Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike 2021-11-26 09:00:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Shaswar Mame anî ziman ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di aloziyê de israr dike û got: "Prestîja hikûmetê di qada navneteweyî de tune dibe. Ji lew re hikûmet di bêedaletî û diziyê de israr dike." Li Herêma Kurdistana Federe alozî, qeyrana aborî û siyasî her diçe kûrtir dibe. Hikumeta Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ku nikare welat bi rê ve bibe, serî li pêkanînên antî-demokratîk dide. Her wiha PDK ji aliyekî ve jî di operasyona eskerî ya Tirkiyeyê de ku ji 23'yê Nîsanê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê didome, lîkariya Tirkiyeyê dike û bi vê re gundên li van herêman vala dike û koçberiyê dide ber gundiyan. Bi hezar kurd jî ji ber pêkanînên PDK'ê, krîz û aloziyên li herêmê berê xwe didin Ewropayê. Welatiyên hewl didin biçin Ewropayê di ser Tirkiyeyê re xwe bigihînin Belarûsê û ji wir jî hewl didin biçin Polonyayê û rojavayê Ewropayê. Heya niha zêdetirî 10 penaberên ji herêmê ji ber şert û mercên dijwar ên li sînorê Belarûs-Polonyayê jiyana xwe ji dest dane.    Rojnamevan Shaswar Mame alozî, krîz û polîtîkaya koçberiyê ya li Herêma Kurdistana Federe nirxand.    'TIRKIYE GELEK HERÊM DAGIR KIRIN'    Rojnameger Shaswar Mame anî ziman ku bi operasyonên Tirkiyeyê yên li Metîna, Zap û Avaşînê herêm ji mirovan tê xalîkirin û got: "Bi vê operasyonê re heta niha li herêmê gelek maf hatine binpêkirin. Bi van operasyonan xweseriya Iraqê û hikûmetê û qanûnên şer hatin binpêkirin. Herêmêke gelek zêde hatiye dagirkirin. Behdînan û herêmên din ên girêdayî Hewlêrê  jî hatine dagirkirin. Di  encama operasyonên Tirkiyeyê de gelek sivîl jiyana xwe ji dest dan, gelek ji van birîndar bûn û bi sedan jî ji ber pêvçûnan koçber bûn. Heta niha bi dehan gund ketine bin desthilatdariya Tirkiyeyê. Ji xeynî wê jî ew herêmên ku hatine dagirkirin bê daristan hatine hiştin û gelek dar hatine birîn.Vê yeke jî zirareke gelek zêde daye herêmê û xwezayê. Mixabin heta niha jî Iraq û Hikûmeta Herêmê helwesteke berbiçav nîşanî dagirkeriya Tirkiyeyê nedaye. Tenê saziyên mafên mirovan li ser rewşa herêman lêkolînê dikin. Artêşa tirk li herêmê gelek maf binpê kirin. Niha îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de heye. Gelek rojnameger, nivîskar û rewşenbîr vê îdiayê lêkolîn dikin. Bi qasî ku haya min jê çêbû ev sazî li pey belgeyan e ku dewleta tirk li kîjan herêman çekên kîmyewî bi kar anîne û bi kar tîne. Heta niha di vê hêlê de gelek belge jî hatine bidestxistin. Lê mixabin hin nûnerên saziyên mafê mirovan ên navnetewî dibêjin ku ji aliyê Hikûmeta Herêmî ve destûr nayê dayîn ku biçin van herêman û ji nêz ve lêkolîn bikin. Heta niha her tim hatine astengkirin. Ev jî ji vê lekolînê re astengî ye. Jixwe heta niha Hikûmeta Herêmê û Iraqê li ser vê yekê daxuyanî nedane û lêkolînek nekirine. Lê li gorî lêkolînên ku hatine kirin, îhtîmaleke mezin çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Bandora van çekan jî li ser xwezaya herêmê û welatiyên ku birîndar bûne pir heye. Tişta ku artêşa tirk li herêmê dike, sûcê şer e."    'NE AMADE NE KU PIRSGÊRÊKAN ÇARESER BIKIN'    Rojnameger Mame, bal kişand ser rewşa welatiyên ku li ser sînorê Belarûsê dimînin û wiha berdewam kir: "Niha bi hezaran welatîyên herêmê li sînorê Belarûs-Polonyayê ne. Ev welatiyên ku dixwazin kbiçin Ewropayê di rewşeke gelek giran de ne. Lê mixabin Yêkitiya Ewropayê ne amade ye ku wan weke penaber qebûl bike û di rewşeke gelek trajîk de ne. Sedema vê pela koçberiyê û zêdebûna vê gendeliyê bêedeletî û pirgirêkên herêmê ne. Tişta ku van mirovan nêçar dihêle rewşa siyasî û aborî ye.Gelê herêmê nikare bi awayekî azad daxwaza mafê xwe bike. Kesên ku daxwaza mafê xwe dikin jî tên girtin û windakirin. Di salên borî de gelek rojnameger hatin kuştin, gelek çalakvan hatin kuştin. Ev hemû dibin sedem ku êdî bêhêvîbûnek çêbibe. Tevî hewledanên welatiyan ji bo ku guhertinek çêbibe jî pêşiya wan hatiye girtin. Her du partiyên desthilatdar, PDK û YNK dest danîne ser xweseriya gel. Heta niha jî ne amade ne ku pirsgirêkên herêmê çareser bikin. Di heman demê de ne amade ne ku guhertinekê jî çêbikin ku rewşa welatiyan baş bibe. Şîrketên wan, malbatên wan û zarokên wan dest danîne li ser zanîngeha, bazirganiyê, hikûmetê û partiyan. Derfetek ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet nehiştine. Ev hemû dibin sedem ku welatî herêmê terk bikin. Heger derfetek ji bo guhertinê nebe û ev pergal her tim bi kuştin û girtinan bersiv bide daxwazên wan ew ê wekî çare serî li penaberiyê penaberiyê bidin. Tenê rêyek ji wan re dimîne ew jî koçberî ye. Li herêmê pirsgirêk roj bi roj zêde dibin. Ceyran û av her tim ber bi kêmbûnê ve diçe. Ji xeynî wê jî bihayê her tiştekî zêde dibe. Ji bo çareserkirina van aloziyan jî tu plan û projeyeke hikûmetê tune ye. Ji bilî çareserkirina van pirsgêrêkan her tim welatiyan sûcdar dikin û dibêjin ku 'Hêzên cuda li pişt van kesan in' ev hemû dibin sedemên bêhêvîbûnê. Jixwe di hilbijartina borî de jî pîraniya welatiyan hilbijartin boykot kir. Ji ber ku baweriya wan êdî bi hilbijartinê jî nema ye. Baweriyan bi tu partiyan nemaye. Çimkî di hilbijartinên berê de partiyên ku soz dan li ser sozên xwe nesekînin. Di gel de bêhêvîbûneke gelek mezin çêbûye. Gel di vî welatî de pêşeroja xwe nabîne. Mixabin ji Kurdistanê derdikevin û li jiyaneke nû digerin."    'PRESTÎJA HIKÛMETA HERÊMÊ NAMÎNE'    Mame, bi lêv kir ku hikûmeta Herêmê ji xeynî polîtîkayên çareserkirinê serî li polîtîkayên dijberî gel dide û got: "Ji xeynî van geşedanan  li Kurdistanê her tim çalakî hene û çêdibin. Welatî êdî ji vê hikûmetê nerazî ne. Jixwe di hilbijartina 10'ê Cotmehê de her tişt xuya bû.  Ev jî peyamek e gelek mezin bû ku êdî welatî vê desthilatdariyê naxwazin. Dixwazin êdî ev herêm ji destê vê hikûmetê bê derxistin û ji nû ve bê avakirin. Jiyaneke bi rûmet dixwazin. Lê mixabin heta niha şert û mercên wisa çênebûne ku welatî jiyaneke li gorî daxwaza xwe ava bikin. Ji ber vê bêhêvîbûnê xwe bi rêxistin dike. Êdî ne tenê ciwan pîr û kal jî koçber dibin. Ev jî hem prestîja hikûmeta Kurdistanê di qada navneteweyî de tune dike û hem jî bandoreke gelek zêde li ser herêmê dike. Mixabin heta vê kêliyê jî Hikûmeta Kurdistanê ne amade ye ku berpirsyartiya vê yekê bigire û dest bi hin guhertinan bike. Hikûmet di bêedeletiya xwe û diziyê de îsrar dike. Tu hêviya welatiyan ji partiyên herêmê nema ye ku guhertinekê pêk bînin. "   MA / Zeynep Dûrgût