Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin 2021-11-26 09:00:46 ŞIRNEX -Veysî Altan ku di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T  a Turkoglû ya Mereşê de ye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re ragihand ku dibe ku gardiyan ji nişka ve êrişî wan bikin û got: "Dibe ku me bikujin, bila haya we jê hebe."  Veysî Altan ku di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T  a Turkoglû ya Mereşê de ye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re ragihand ku gardiyan gefan li wan dixwin. Altan, di sala 2017'an de hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn.    BINPÊKIRINA MAFAN   Dayik Emîne Dag, bibîr xist ku li tevahiya girtîgehan binpêkirinên mafan hene û girtî bi zext û zoriyê re rû bi rû ne. Dag, bilêv kir ku gava bi rêya PTT'ê pereyan ji kurê xwe re dişîne, pere pir dereng digihêjin wî û bi taybetî di dema pandemiyê de binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Dayik Dag, diyar kir ku sal û nîvek e bi hinceta pandemiyê hevdîtinên vekirî tune ne, tenê hevdîtinên girtî hene û ew jî tenê du kes dikarin biçin. Dag got: "Pitik û zarok jî wekî kes tên hesibandin. Kurê min zewicandiye û 2 zarokên wî hene. Lê di vê pêvajoyê de tu carî her du zarokên xwe bi hev re nedîtine. An ez û neviyekî xwe an jî bûka min û zarokek wê diçin. Em ev qas rê diçin, lê dîsa jî em xweşikî hev nabînin."    Dayik Dag, destnîşan kir ku zarokên wan bi zanebûnî dişînin girtîgehên dûrî wan.    GEFÊN GARDIYANAN   Dag, bilêv kir ku kurê wê di hevdîtina dawî de ya bi telefonê, gotiye: "Dayê bila haya we jê hebe, li vira rewş qet nebaş e. Helwesta gardiyanan pir cuda ye. Deriyên qawîşên me vedikin û gefan li me dixwin û dibêjin 'hûn dizanin em kî ne ma ne, em ê wiha bikin, wiha bikin.' Dibe ku gardiyan ji nişka ve êriş bikin. Dibe ku me bikujin, bila haya we jê hebe."   'BERPIRSIYAR DEWLET E'   Dag, destnîşan kir ku ji ber ku kurd in ev tahde li wan tê kirin û got: "Jixwe zarokên me di girtîgehê de ne. Ma hûn hê jî ji wan ditirsin? Bila êdî dawî li van zext û zoriyan bê. Ger tiştek bê serê zarokên me berpirsiyar dewlet e. Em ê hesabê vê ji dewletê bipirsin. Heya em sax bin em ê xwedî li zarokên xwe derkevin û ji bo wan bitêkoşin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan."