‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin' 2021-11-26 09:00:46 STENBOL - Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Leman Elmas, diyar kir ku êrişên li ser kurdî di dema AKP'ê de zêde bûne û got: "Divê em bi pratîka xwe, bi xwendinê, bi axaftinê û nivîsandinê xwedî li zimanê xwe derkevin."  Ji roja ku komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha polîtîkayên qedexeker û bişavtinê yên li hemberî çand û zimanê kurdî didomin. Herî dawî konserên kurdî hatin qedexekirin, hunermendê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Omar Souleyman hat binçavkirin, li Girtîgeha Sîlîvriyê bi hinceta pirtûkên kurdî xwendiye ceza li girtiyekî hat birîn, binçavkirina Cemîl Taşkesenê ji Seroka Giştî ya Partiya ÎYÎ'yê Meral Akşenerê re got, "Ev der Kurdistan e" û di zabitnameyên Meclîsê de wekî "zimanekî nenasbar" tomarkirina wê.   Herî dawî jî li Wanê esnaf Haci Tûnç, ji Serokê Gitşî yê Partiya Guherandinê (TDP) Mûstafa Sarigul re gotibû "Ev der hezar, 2 hezar sal berê Kurdistan bû. Dê cardin Kurdistan be." û hatibû binçavkirin.    Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Leman Elmas, zextên li ser kurdî nirxandin. Elmas, destnîşan kir ku êrişên li ser kurdî û polîtîkayên nehesibandinê di dema AKP'ê de pir zêde bûne.    ÊRIŞ ZÊDE BÛN   Elmas, bibîr xist ku di demên dawî de konser û şanoyên bi kurdî tên qedexekirin û got: "Ev êriş nîşan didin ku êrişên li ser zimanê kurdî û polîtîkayên nehesibandina gelê kurd didomin. Ev bi awayekî aşkere tê kirin. AKP ji hêlekê ve dibêje 'Kurd azad in, çawa dixwazinw isa diaxivin.' Ji aiyekî ve jî polîtîkayên xwe yên înkarkirin û qedexeker jî didomîne. DIxwaze kurdan bixapîne, lê ev ne pêkan e. Ji lew re her tişt li ber çavan e."    BANGAWAZÎ   Elmas, destnîşan kir ku li dijî van zextan divê her kes xwedî li zimên derkeve û got: "Helbet em ê vê rexne bikin û bertek nîşan bidin, lê belê rexne û bertek tenê jî têr nakin. Em divê bi pratîka xwe, bi xwnedina xwe, bi axaftina xwe xwedî li ziman derkevin. Em bi vê xweîderketinê re dikarin pêşî li ber van zextan bigirin. Li saziyên me dersên kurdî tên dayîn. Gelê me dikare tevli van dersan bibe. Dikare zimanê xwe pêş ve bixe û xwedî li kurdî derleve."    Elmas, diyar kir ku divê dersên kurdî û perwerdehiyên atolyeyan bên zêdekirin û bi zêdekirina van xebatan re dê karibin xwe bigihînin gelek kesî. Elmas got: "Tenê ne li saziyan, divê em dakevin kuçeyan jî û bixebitin. Divê em li ber polîtîkayên asîmlasiyonê xwedî li zimanê xwe derkevin."