Dozgeriyê îtîrazî biryara baraetê ya rojnameger Rûvanas û Esen kir 2021-11-26 11:05:38   ŞIRNEX - Dozgeriyê, biryara beraetê ya ji bo rojnameger Kadrî Esen û Dilgeş Rûvanas hat dayîn îtîraz kir.    Di 28'ê sibata 2016'an de dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Hezexê ya Şirnexê, polisan bi ser mala ku nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hatibû girtin Ferzen Çatak ve Dilgeş Ruvanas û nûçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hatibû girtin Kadrî Esen lê diman de girtibûn û ew binçav kiribûn. Derbarê her sê rojnamegeran de piştî 22 mehan dozname hatibû amedekirin. Di doznameyê de derbarê Çatak de bi sûcdariya "Hedefnîşandinaa peywirdarên cemaweriyê" , "propgandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" û derbarê Esen û Rûvanas de jî bi sûcdariya "Hedefnîşandinaa peywirdarên cemaweriyê" û "propgandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin.    Di 13'emîn danişîna Esen û Rûvanas ku li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin. Di danişînê de parêzerê Esen û Rûvanas Sabrî Çatikkaş parastaina muwekîlê xwe kir û destnîşan kir ku muwekîlên wî ji bo şopandina nûçeyan li herêmê bûne, xebatên wan di çarçoveya rojnamegeriyê de ne û sûcdariyên li wan tên kirin çênebûne û daxwaza beraeta wan kir.    Dozgerê dozê li dijî vê parastina parêzer Çatikkaş derket û angaşt kir ku rojnamegeran sûcdariyên li xwe kirine û xwest ku bên cezakirin.    Heyeta dadgehê, li ser vê dijderketina dozger navber da danişînê û piştre biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê, ji ber tunebûna delîlên şenber biryara beraetê da.    DOZGER BIRYARÊ ÎTTÎRAZ KIR   Dozger, biryara dadgehê ya hat dayîn îtîraz kir. Dozgeriyê, diyar kir ku piştî dema biryara bihincet, bi daxwaznameya ku amade kiriye wê biryarê bibe îstifayê.    DOSYA ÇATAK HAT VEQETANDIN   Li aliyê din heyeta dadgehê biryar da ku dosya rojnameger Ferzen Çatak ku di çarçoveya heman dozê de dihat darizandin bê veqetandin.