Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 11’emîn de ye 2021-11-26 13:59:47 AMED - Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Amedê dan destpêkirin di roja 11’emîn de berdewam dike.  Malbatên girtiyan, bi armanca ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin, girtiyên nayên berdan bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 11’an de berdewam dike. Tê payîn ku wê di nava rojê de gelek kes û sazî serdana malbatan bikin.