Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû 2021-11-26 14:53:38 COLEMÊRG - Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak, di danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" lê hatibû vekirin de hat tehliyekirin.    Danişîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" derbarê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Seyhan Başak de hatibû vekirin de li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê hat dîtin. Başak, ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerên Başak jî li danişînê amade bûn.    HEQDESTA PARASTINA BI KURDÎ   Dema ku danişînê dest pê kir û Başak diyar kir ku wê parastina xwe bi kurdî bike, serokê dadgehê ev tişt jê re got: "Tu bi tirkî dizanî, lê ji bo bi zimanê zikmakî paratinê bikî bi kurdî diaxivî. Heqdesta vê heye û neçarî bidî." Li dijî vê Başak jî got ku kurdî zimanê wê yê zikmakî ye û ne neçare ku vê heqdestê razîne û parastina xwe bi zimanê zikmakî bike.    BERTEK NÎŞANÎ DADGEHÊ DA   Ji parêzerên Başak Harîka Gunay Karataş jî ev tişt got: "Hûn hewl didin bi gefa maddî parastina zikmakî ji holê rakin" bertek nîşanî serokê dadgehê da.   Piştre Başal, parastina xwe bi kurdî kir û sûcdariyên li xwe red kir û daxwaza tehliyebûna xwe kir.    BIRYARA KONTROLA EDLÎ   Heyeta dadgehê, "îhtîmala guhertina wesfa sûc" li ber çav girt û biryar da ku Başak bi şertê Kontrola edlî bê berdan û danişînê taloqî 10'ê kanûnê kir.