DEDAŞ 11 roj in ceyranê nade gund 2021-11-26 17:02:13   ŞIRNEX - DEDAŞ, 11 roj in ceyranê nade gundê Sevadiye yê navçeya Basayê.    Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) 11 roj in ceyranê nade gundê Sevadiye yê girêdayî bajaroka Findik a navçeya Basayê. DEDAŞ’ê xwestibû ku di 16’ê Mijdarê de saetên ceyranê yên li malan veguhêze ser dîrekên ceyranê. Li ser berteka gel, di navbera gundî û xebatkarên DEDAŞ’ê de niqaş derketi bû. Li ser vê yekê DEDAŞ’ê ceyrana gund birî.    Hat diyarkirin ku di heman şevê de tîmên DEDAŞ’ê bi eskeran re bi ser gund de girtibûn û 12 jin bi lêdanê binçavkiribûn. Jinên ku îfadeyên wan hatibûn wergirtin, hatibûn berdan. Hat ragihandin ku li ser vê pêkanîna DEDAŞ’ê jinan biryar girtiye ku zarokên xwe naşînin dibistanê.    Gengeşiya li gund berdewam dike.