ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-27 09:00:14 *  Komeleya Wêjekarên Kurd ku hewl dide ji bo pêşxistina kurdî komxebatekê li dar bixe, ji bo teşwîqkirina nivîskarên ciwan jî dê 2 pirtûkan çap bike. * Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bang li welatiyên ku ji ber polîtîkayên çewisandinê yên PDK'ê ji Herêma Kurdistanê koç dikin kir û got: "Rêya afirandina jiyaneke azad, bi berxwedanê pêkan e."   * Serokê Belediye Îş a Şaxa Hejmara 2 ya Stenbolê Savaş Dogan, diyar kir ku karkerên Bakirkoyê 34 roj in ji bo mafên xwe li ber xwe didin û dê heya dawiyê bitêkoşin.    * Alan Koçer diyar kir ku gava ji bo kurê xwe bibîne çûye Girtîgeha Sîlîvriyê 20 gardiyanan êrişî wî kirine û bi ser de jî mehekê cezayê hevdîtinê li wî û kurê wî hatiye birîn.   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de berdewam dike.    * Dayîkên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza cezakirina faîlan dê li ser onlinê 870’emîn çalakiya xwe ya heftane pêk bînin. (12.00)    * Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê, Rêxistina HDP'ê ya Bajêr, rêxistinên HDK’ê û hiqûqnasan têkildarî jinên di Doza Kobanê de tên darizandin wê li Taksîmê li otelekê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)    * ÎHD û xizmên windayan wê 668'emîn çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê û li Êlihê jî li avahiya komeleya xwe li dar bixin. (12.00)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş ku li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 11'emîn de berdewam bike. (13.00-16.00)   * ANYAKAY-DER li ser binçavkirina endamên xwe û serdegirtina komeleya xwe ya ji aliyê polîsan ve, wê li avahiya komeleyê ya li semta Aksaraya Stenbolê, daxuyaniyekê bide. (13.00)    * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” wê li pêş Konak Eskî Sumerbankê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 377’emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapameniyê li dar bixe. (13.30)   * Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di hefteya 505’emîn de dê çalakiya "Rûniştina F" li avahiya xwe li dar bixe. (13.30)   * Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar wê beşdarî hevdîtina partiya xwe ya bi navê "Banga ji bo demokrasiyê" ku Rêxistina Bajêr a Edeneyê li dar dixe, bibe. (19.00)