Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin 2021-11-27 09:52:40   MÊRDÎN - Di serdegirtina malan de li navçeyên Qoser û Şemrexê gelek kes hatin binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê daye destpêkirin de di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de Mela Fahrî Dogan, Dayika Aştiyê Hevlet Oncu, Hunermenda Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Kudret Ûçûk, Abdullah Ayav, mamoste Hamît Gungor ê bi KHK’ê hatiye îxrackirin, endamê Meclîsa Şaredariya Şemrexê yê HDP’yî Fadil Karçî jî di nav de gelek kes binçavkirin.    Di serdegirtinan de tiştên malan hatin belavkirin û deriyên wan hatin şikandin. Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin wê bibin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.