Jina ku li Îzmîrê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2021-11-27 10:26:46   ÎZMÎR - Jina ku li navçeya Konakê bi êrişa zilamekî giran birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Li pêş avahiya gara Qada Basmane ya navçeya Konaka Îzmîrê, duh şev jineke 22 salî, di encama êrişa zilamekî de giran birîndar bû. Jina ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Tepecîkê, ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê jina ciwan, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.    Zilamê ku jin qetil kir hêj nehatiye girtin û lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin didome.