Xizmên windayan aqûbeta Epozdemîr pirsîn 2021-11-27 13:46:16   AMED - Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan, aqûbeta Parêzer Şevket Epozdemîr ku rojek piştî ku ji cihê karê derketibû cenazeyê wî hatibû dîtin pirsin.    Xizmên windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya "bila winda bên dîtin û faîlê wan bên darizandin" di hefteya 668'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û nûnerên gelek rêxistinên sivîl ên Amedê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de faîlên Parêzer Şevket Epozdemîr ku di 25'ê mijdara 1993'an de rojek piştî ku ji cihê karê derketibû cenazeyê wî hatibû dîtin hat pirsin.    TURKDOĞAN: ROJEVA ME EDALET E   Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, di çalakiyê de axivî û ev tişt gotin: "Di demên dawîn de li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî tên rojevê. Lê rojeva me qet naguhere. Em timik dibêjin ku li edaletê digerin. Lêgerîna aştî û heqîqetê bi hev re ye. Em ê lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin. Wê bi heqîqetê edalet bê. Divê aqûbet û goristanên mirovên winda bê dîtin. Daxwazên li vir daxwazên bingehîn in ku me tevan bi hev re dê di nav aştiyê de bigirin. Parastina mafê aştiyê zarûrî ye. Divê Tirkiye aştiyê biaxive."   Di dawiya axaftina xwe de Turkdogan Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de hatibû kuştin jî bi bîr anîn û ev tişt anîn ziman: "Ew qasidê aştiyê bû. Tahîr hê jî rêya me ronî dike."   AQÛBETA EPOZDEMÎR HAT PIRSÎN   Piştî Turkdogan, Endamê Komîsyona Xizmên Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Akdenîz Kayip axivî û çîroka Parêzer Şevket Epozdemîr vegot. Kayip, diyar kir ku Epozdemîr, di 25'ê mijdara 1993'an de çûya cihê karê xwe û êvarê saet derdora 20.00'an li hevjîna xwe Sakîne Epozdemîr digere û jê re dibêje ku wê bê malê û wiha got: "Piştre careke din agahî jê nayê girtin. Hevjîna Epozdemîr heman şevê li meqamên edlî digere û pirsa ku hatiye binçavkirin an na dike. Bersiva ku Epozdemîr nehatiye binçavkirin digire. Rojek pişte cenazeyê Epozdemîr ji aliyê leşkeran ve nêzî navçeya Norşînê ya Bedlîsê tê dîtin. Em bang dikin ku rastî derkevin holê, berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin. Em ji bo Parêzer Şevket Epozdemîr ku 28 sal beriya niha hatibû kuştin edaletê dixwazin."