Turkdogan: Daxwazên wan daxwazê herkesî ne 2021-11-27 14:12:26 AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, serdana malbatên girtiyan ên li Baroya Amedê Nobeta Edaletê digirin kir û got ku daxwazên malbatan daxwazê herkesî ne.    Li Amedê, "Nobeta Edaletê" ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 12'an de berdewam dike. Di nobetê de xizmên girityan daxwaz dikin ku girtî bên berdan û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan bi dawî bibin. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û heyeta pê re û Hevseroka HDP'a Amedê Gulistan Atasoy Tekdemîr serdana malbatan kirin. Turkdogan û Atasoy axivîn û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.    CIHÊKARÎ LI GIRTIYÊN KURD TÊ KIRIN       Turkdogan, diyar kir ku piştevaniya malbatên li edaletê digerin dikin û wiha axivî: "Daxwaza edaletê ya malbatan daxwaza herkesî ye. Li gorî Qanûna Înfazê ya Ceza ku nû anîne cezayên girtiyan zêde dike. Dema ku mijar dibine girtiyên kurd em bi cihêkariyeke tirsnak re rû bi rû dimînin. Divê cihêkariya di navbera girtiyan de li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Divê şewitandina înfazan bi dawî bibe. Wê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) di meha pêşiya me de wê derbarê 4 dosyayan de biryar bide. Li her dera welat lêgerîna edaletê heye. Şenyaşar li edaletê digerin. Wezîrê Edaletê derbarê serweriya hiqûqê de daxuyanî dide, bila derbarê mijarê de gav biavêje."   'REŞWA GIRTIYAN BER BI BAŞIYE VE NAÇE'   Di berdewamê de Turkdogan, destnîşan kir ku sedema bingehîn a pirsgirêkan tunebûna aştiyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Weke ÎHD'ê dema ku destpêkê ji girtiyên nexweş re name dişand hejmara ne 20 kes bûn jî. Lê niha hejmara girtiyên xweş ên giran ji 600 derbas kiriye. Rexmî ku nexweşiyên wan tên tespîtkirin jî nayên berdan. Divê herkes vê baş bizanibe, rewşa girtiyan ber bi başiyê ve naçe. Em weke ÎHD hewl didin rewşê çareser bikin. Bi kîşan sedemê dibe bila bibe divê şertên hemû girtiyan wekhev be."   'EM JI BO JIYANEK BI RÛMET LI VIR IN'   Piştî Turkdogan ji malbatên gitiyan Fevziye Kolakan jî axivî û ev tişt anîn ziman: "Em ji bo edaletê nobet digirin. Divê zarokên me demildest bên berdan. Em kurd in, ji bo maf û zimanê xwe em li vir in. Ji ber ku zarokên me kurd in li girtîgehan e. Rexmî vê jî em doza mafê mirovan dikin. Kur û hevjînê min di girtîgehê de ne. Hevjînê min 83 salî ye. Kurê min li Girtîgeha Kandirayê ye. Li girtîgehê cezayên cuda li girtiyan dibirin. 12 roj in em li vir in. Em spasiya herkesên ku serdana me kirine dikin."   Ji malbata Hasîna Guler jî axivî û ev tişt got: "Em ji bo zarokên xwe li vir in. Zarokên me nexweş in, em jî mirov in, doza mafên xwe dikin. Ji ber em doza mafê xwe dikin bila ceza nedine me. Amûrên ku em ji zarokên xwe re dişînin nadin wan. Em ji bo ku herkes bi awayekî birûmet bijî em nobet digirin. Bila demildest edalet pêk bê."   'MALBAT HÊVIYÊ MEZIN DIKIN'   Piştî malbatan Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy jî axivî û wiha got: "Tevahiya Tirkiyeyê veguheriya girtîgehê. Di rohên dawîn de li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan pêk tên. Herî zêde jî mafên girtiyen nexweş tên binpêkirin. Înfazên girtiyan bi hincetên kêfî tên şewitandin. Ev bi awayekî vekirî hiqûqa dijmin e. Sekna malbatan a li dijî vê rewşê pêşengtiya mezinkirina hêviya dike. Ji ber vê çalakiya ku malbatan daye destpêkirin hêja ye. Em ê jî li cem wan bin."