Ji bo girtiyê nexweş Çakal banga berdanê kirin 2021-11-27 16:05:44   STENBOL - Di hefteya 505'emîn a çalakiya "Rûniştina F" de hat xwestin ku girtiyê nexweş Ahmet Çakal bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe "Runiştina F" ku her hefte ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 505'emîn de li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD'a Stenbolê de hat lidarxistin. Komîsyonê, di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ahmet Çakal (68) ku li Girtîgeha Hejmara 2 ya Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê girtî ye. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila girtiyê nexweş Ahmet Çakal bê berdan" hat daleqandin.    TEDAWÎ TÊ ASTENGKIRIN   Endama Komîsyona Girtîgeha a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Meral Nergîs Şahîn axivî û diyar kir ku gelek nexweşiyên girtiyê nexweş Ahmet Çakal hene û nayê berdan. Şahîn, da zanîn ku Çakal diş 1'ê nîsana 2021'an de teşhîsa pençeşêra mîdeyê danîne ser Çakal û derbarê rewşa wî de ev agahî dan: "Piştî emeliyatê bi rêya parêzerê wî destûra ku kesek biçe ber hatiye xwestin lê ev daxwaz ji aliyê rêveberiya girtîgehê hatiye redkirin. Bêyî ku kesek bidine cem wî tenê girtine. Daxwaza taloqkirina înfazê ya ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Çakal daye jî hatiye redkirin. Em daxwaz dikin ku Çakal bê berdan û ji bo vê yekê bang li rayedaran dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin."