Sancar: Divê têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin 2021-11-27 21:26:54   EDENE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku got "Divê ev rêvebirî îstifa bike, ji lew re welat ber bi hilweşandinê ve dibe" diyar kir ku divê têkoşîna bi tevahî bê kirin.   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, têkildarî krîza aborî bi nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr re rûnişt. Hevdîtin li otelekê hat kirin. Sancar di hevdîtinê de, pêvajoya siyasî nirxand.    'EV BUDÇE NE BUDÇEYA GEL E'   Sancar, anî ziman ku li bajarekî girîng ê Çûkûrpvayê ne û dê sibê jî biçin Edeneyê û bal kişand ser "Deklarasyona HDP'ê" ya di 27'ê Îlonê de hat daxuyandin. Sancar got: "Armanca me em têkoşîneke hevpar çêbikin ku hemû bindestan, medûrxan, kedkaran bihewîne û bîne cem hev. Diyaloga bi hemû derdoran re ji bo me pir girîng e. Ger em mekanîzmayeke wiha ava bikin, dê Tirkiye ji hilweşandinê xelas bibe. Ev hilweşandin, encama krîzên piralî ye. Tirkiye ji zû de ye di nav krîzên piralî de ye. Sedema van krîzan jî feraseta rêvebirinê ya îqtidarê ye. Etaba ewil a hevdîtinên budçeyê temam bû. Gava mirov li budçeyê mêze dike, tercîhên vê îqtidarê jî dibîne. Ev budçe, ne budçeya gel e. Xulaseya îqtidara 19 salan a AKP'ê ye. Budçeyeke ku jêderan ji qesrê re dişîne, gel nahesibîne û qîmetê nade berjewendiyên gel."    'XELASÎ TIFAQA DEMOKRATÎK A BIHÊZ E'   Sancar, destnîşan kir ku di du hefteyên dawî de bûne şahid ku bê ev feraset bûye sedema çi û bal kişand ser bîqmetbûna TL a li ber dolar. Sancar got: "Ev hefteyeke lîre wisa bêqîmet bûye ku hema bibêje pêşeroja me tê tarûmarkirin. Pêşeroja gel tê tunekirin. Di heyma bê de em ê tenê behsa xizaniyê nekin, dê krîzek di warê qût de jî rû bide. Yanî birçîbûn. Tenê ne xizanî û kedxwarî, em ê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin. Ev hemû encama xizameta ji bo çend sermayedaran e. Berpirsiyariya me jî, ew e ku em li hember vê ferast û pergalê bi hev re bitêkoşin. Em HDP li her derî hevdîtinên gel li dar dixin û pêşniyarên xwe datînin holê. Em hewl didin ji bo çareseriyê yekîtiyê xurt bikin. Xelasiya me avakirina tifaqeke demokratîk a herî berfireh e. Heger em vê pêk bînin û li dijî pergala şêlanker û şerxwaz têkoşîneke hevpar biafirînin, dê nîqaşên derbarê tifaqê de bi xwe xwe bigihînin encamekê. Pêşî têkoşîneke demokratîk a hevpar û avakirina tifaqên demokrasiyê yên bihêz divê."    'GERE EV RÊVEBIRÎ ÎSTIFA BIKE'   Sancar, diyar kir ku bernameyeke wan a pêşniyazan a lezgîn heye, lê belê di hevdîtinên ji bo budçeyê de pêşniyarek wan jî nehatiye qebûlkirin û got: "Niha daxwaza lezgîn a ku divê em bînin ziman hilbijartin e. Gere ev rêvebirî îstifa bike. Ji lew re welêt ber bi hilweşandinê ve dibe. Hêvîdar im serokkomar dizane çi dike, ji lew re ev polîtîka encama rêya wan e. Polîtîkayên bi zanebûnî ne ku guh li gel nakin. Dixwazin vî welatî veguherînin dojeha kedeke erzan. Welatekî ku meaşê kêm bûye 30-40 dolar... Dixwazin vê derê bikin hêlîna koleyan. Dixwazin îqtidara xwe bi piştgiriya sermayeya alîgir bidomînin. Tenê xemek wan heye, ew jî îqtidara xwe bidomînin. Ji bo çûna vê îqtidarê têkoşîna demokratîk a hevpar bivê nevê ye."    TÊKOŞÎN   Sancar, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dê ji niha û pê ve hewl bidin ku vê daxwazê bikin daxwaza girseyên mezin. Sancar, destnîşan kir ku ji bo ev welat ji dojehê xelas bibe, têkoşîna hevpar bivê nevê ye û got: "A girîng ev têkoşîn bi awayekî tevahî bê kirin."    Piştî axaftina Sancar, civîn bi awayekî girtî dewam kir.