Kesên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-11-28 09:59:54 AMED - 8 kesên di 25’ê Mijdarê de li navçeya Farqînê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.  Polîsan li ser îxbarê di 25’ê Mijdarê de li navçeya Farqîna Amedê 9 kes binçav kiribûn. Di heman rojê de ji ber testa Kovîd-19’ê ya kesekî pozîtîf derketibû, hatibû berdan. Kirariyên îfadeyan ên li miduriyeta polîsan ên 8 kesên din jî duh şev bi dawî bûn. 8 kesên piştî îfadeyan sewqî nexweşxaneyê hatin kirin, piştî kontrolên hatin kirin, hatin berdan.