Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de ye 2021-11-28 11:36:01   RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 265’emîn de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ev peyam parve kir: “Li cihê ku kes nikare bêje çi reş e çi spî ye, ronahî vedimire, dibe tarî.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar k udi 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 265’emîn de didome. Ji ber dawiya hefteyê ye malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li navçeya Sûra Amedê hatibû qetilkirin bi bîr anî û ev peyam parve kir: “Li cihê ku kes nikare bêje çi reş e çi spî ye, ronahî vedimire, dibe tarî. Em #TahîrElçî bi rêzdarî bi bîr tînin.”