Karkerê ku Sayanê AKP’yî li wî dabû gilî kir 2021-11-29 10:48:43   AGIRÎ - Karker Metîn Atilmiş ku Şaredarê Agiriyê yê AKP’yî Savci Sayan û parazvanên wî, li wî dan, rapora lêdanê girt û giliyê Sayan û parazvanên wî kir.    Şaredarê Agiriyê yê AKP’yî Savci Sayan û parazvanên wî, di 27’ê Mijdarê de bi hêceta ku wesayîtên fîrmaya înşaetê yên li Yenî TOKÎ ya Taxa Firatê di rêya peyayan de derbas bûne li karkeran dabûn. Difin û diranên Metîn Atilmiş ku yek ji karkerên hatibû derb kirin, şikesti bûn. Atilmiş ê zehmetiyê dikişîne ku biaxive, got ku ji ber xwîna ji difina wî tê nasekine, ji bo dermankirinê wê biçe nexweşxaneyeke din.    XEBER GOTIN Û LÊDAN   Atilmiş, bi lêv kir ku roja bûyerê tenê ji bo Savci Sayan ji ber çi hatiye bizane dest ji karê xwe berdaye û çûye wê derê û wiha got: “Ez bi Sayan re qet neaxivîm. Sayan, ji berpirsyarê înşaetê re got ‘Tu çi dibêjî qewat’ û şimaqeq lê da. Pişt re parazvanên wî êrişî me kirin. Çi bû ez nizanim, min xwe li erdê dît û li erdî bi pêhnan li min xistin. Yên li min xistin li min geriyan û gotin ‘me xeta kir, cezayê me çi be em bikişînin’”   RAPORA LÊDANÊ GIRT   Atilmiş ê piştî êrişî rapora lêdanê girt, derbarê Sayan û parazvanên wî ku yên li wî dan de serî li Dozgeriya Agiriyê da û giliyê wan kir.