Di Doza Kobanê de endamekî din ên dadgehê ji peywirê hat girtin 2021-11-29 13:43:15   ENQERE - Endamekî din ê 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ku li Doza Kobanê dinêre ji peywirê hat girtin.    Li Enqerê, 7'emîn danişîna Doza Kobanê ku piştî 6 salan bi hinceta çalakiyên 6-8'e cotmehê yên li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê pêk hatibûn Hevserokên giştî û endamên MYK'an HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî bi giştî li 108 siyasetmedar hatibû vekirin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.    GUHERTINA ENDAMÊN DADGEHÊ    Di danişînê de hat dîtin ku endamekî din ê 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hatiye guhertin.    GELEK KES TEVLÎ BÛN   Serokên baroyên Amed, Mêrdîn, Êlih, Îzmîr û Rihayê û ji Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Piştevaniya Hiqûqê û Hiqûqa Civakî gelek parêzer tevlî danişînê bûn. Her wiha Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç û parlamenterên HDP'ê Zuheyla Gulum, Şevîn Coşkûn, Omer Farûk Gergerlîoglû û endam û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Enqerê û navçeyên wê jî tevlî danişînê bûn. Ji Bûrsayê jî gelek kes tevlî danişînê bûn.    Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî li danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda û kesên berdayî tên darizandin jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.    Serokê dadgehê ewraqên ku li dosyayê hatine zêdekirin xwend û serlêdana giliya parêzerên dozê ya li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) hat kirin jî li dosyayê zêde kir.    MUDAXALEYA RAST E RAST A LI DADGEHÊ   Serokê dadgehê, derbarê ewraqên ku hatibûn nêrina dozger girt û pêwistî bi nêrîna parêzera nedît. Li ser vê Parêzer Cîhan Aydin mafê axaftinê girt û bi van gotinan bertek nîşanî serokê dadgehê da: "Divê hûn mafê axaftinê bidine me jî. Gelek ewraq li dosyayê hatin zêdekirin. We ji dozger pirsî, divê hûn ji me jî bipirsin. Beriya niha serokê dadgehê ji peywirê hatibû girtin, niha jî endamekî din ê dadgehê. Hê 10 meh neqediya 2 endamên dadgehê ji peywirê hatin girtin. Heyeta Wezareta Edaletê ku weke alî tevlî danişînê dibe rast e rast mudaxaleyî heyeta dadgehê dike û 2 dadgeran ji peywirê girt. Em nizanin ku hûn ê jî çi qas li wir rûnin. Divê hûn ji me re hem jî ji muwekîlan re aşkera bikin ku endamê nû çawa hatiye diyarkirin. Divê em guhertina heyeta dadgehê bizanibin. Me pirsa ku serokê dadgehê çima ji peywirê hatiye girtin kir. We ji vê re got, 'pêwîst nake'. Îhtîmal hûn ê ji bo endamê nû jî heman tiştî bibêjin"   'ENDAMÊ NÛ DOSYAYÊ XWENDIYE?'   Di berdewamê de Cîhan Aydin, dest nîşan kir ku hin belgenameyên hatine xwendin ji ber ku ji aliyê personelên Wezareta Edaletê û Miduriyeta Giştî ya Polisan ve hatine nivîsandin û ew ji van belgenameyan bawer nakin û qebûl nakin û ev tişt gotin: "Van belgenameyan paşve bişînin an jî ji dosyayê derxin. Wê ev darizandin wiha nedome. Em ê nebin hevparê vê nehiqûqî û neheqiyê. Endamê nû yê dadgehê gelo dosyayê xwendiye? Vê derbarê de girtekek jî tune ye. Ev endam çi qas nû ye, ji kîjan asta dozê ve di nav de ye? Çi qas îtîrazan dizane. Ev nîşan dide ku ev darizandin li dijî mewzûatê tê domandin. Di vê mijarê de weke serokê dadgehê berpirsyariya we ya hûn me û muwekîlên me agahdar bikin. Em vê daxwaz dikin."