‘Girtîgeha Panosê bûye kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn' 2021-11-30 09:06:09 AGIRÎ - Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsgirêkine pir cidî ne û got: "Girtîgeha Panosê kampa hevkomî ya sedsala 21'emîn e."  Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê ku di sala 2016'an de li herêmê wekî "girtîgeha pîlot" hat çêkirin, tim bi binpêkirinên mafan û muemeleyên xirab di rojevê de ye. Li vê girtîgeha ku girtî wê dişibînin "kampa Naziyê" 14 girtiyên nexweş hene û di 2 hefteyên dawî de girtî Ridvan Yûsûfoglû, Sezaî Damar, Hîvzûllah Mûtlû, Resûl Alkol, ABdûrrahman Çapan, Atîlla Coşlûner û girtiyê bi navê Kamûran ku paşnavê wî nehat hînbûn bi Covîd-19'ê ketin. Heya niha derbarê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê de tu agahî nehatine parvekirin û hat diyarkirin ku girtiyên bi Covîd-19'ê ketine hemûyan xistine qawîşekê.    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mehmet Karataş tiştên li Girtîgeha Panosê diqewimin nirxandin.   Hevserokê ÎHD'a Wanê Mehmet Karataş, diyar kir ku pergala girtîgehên Tirkiyeyê ji ber konjuktura siyasî û mewzûata qanûnî ye. Karataş, da zanîn ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan raporek amade kirine û hê jî nêrîna ji bo girtiyên siyasî neguheriye.    BANAGWAZÎ   Karataş, destnîşan kir ku gelek binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê ji nêz ve dişopînin û ji ber hejmara pêketiyên Covîd-19'ê yên vê dawiyê fikarên wan zêde bûne. Karataş, anî ziman ku li girtîgehê pergaleke tecrîdê hatiye çêkirin û got: "Girtîgeha Panosê tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye. Ji vê girtîgehê cenazeyê 4 girtiyên nexweş derketin. Jixwe ev yek nîşan dide ku bê cihekî çawa ye. Tecrîda li girtîgehê veguheriye tiştekî dijî rûmeta mirovahiyê. Girtiyan bi greva birçîbûnê daxwazên xwe anîn ziman, lê mixabin tu mewzûateke siyasî û polîtîkayeke siyasî nehat pêşxistin. Divê siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl li dijî van binpêkirinên mafan ên li Panosê piştevaniyê xurt bikin."    ‘PÊKANÎNÊN DERÎ MIROVAHIYÊ'   Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku têkildarî pêketiyên Covîd-19'ê pêşniyazpirs berpêşî Wezareta Dadê kir û daxwazname da Komîsyona Şopandina Mafên Mirovan a Meclîsê, anî ziman ku Girtîgeha Panosê ji roja ku hatiye avakirin heya niha bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye û got: "Li girtîgehê kêfîtî heye. Me gelek caran ev binpêkirinên mafan xistin rojeva Meclîsê. Lê bi dawî nebûn. Me ev pêkanîn binpêkirinên mafan û pêkanînên dijî hiqûqê yên girtîgehê hem pêşkêşî Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê hem pêşkêşî Komîsyona Girtîgehan a Meclîsê hem jî pêşlêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kirin. Lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Hat ragihandin ku girtiyên bi Covîd-19'ê jetine hene, kê nayên tedawîkirin. Ji bo tedawîkirina van mirovan me gelek caran telefonî midûrê girtîgehê kir, lê hê jî bersiv nedaye."    KAMPA HEVKOMÎ   Taşdemîr, destnîşan kir ku Girtîgeha Panosê bi mantiqa kampa hevkomiyê tê birêvebirin û li vir bi navê hiqûqê tiştek tune ye, înîsyatîf bi dest karmendan hatiye berdan. Taşdemîr, diyar kir ku bi şewba Covîd-19'ê re zextên li ser girtiyan jî zêde bûne û got: "Hemû mafên girtiyan hatin binpêkirin, hevdîtina bi parêzeran, hevdîtina bi rêya telefonê, bikaranîna qada hevpar û hemû mafên girtiyan ên din hatin astengkirin. Girtî bi ferzkirina lêgerîna tazî, avaêtina ser qawîşpanû nesewqkirina revîrê re rû bi rû ne. Gava em serî li Wezareta Dadê didin û telefonî îdareya girtîgehê dikin bi tu awayî bersiva me nadin. Nayê zanîn bê berpirsiyar û muxatabê girtîgehê kî ye. Ji ber vê fikarên malbatan zêde dibin. Divê rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl di vî warî de hesas tevbigerin. Divê em bibin dengê van girtiyan."