Gulera di Nobeda Edaletê de: Em tenê doza edaletê dikin 2021-11-30 09:08:13   AMED - Hasîne Guler, hevjîna girtiyê nexweş Siddik Guler, ku tevli Nobeda Edaletê ya Amedê bûye, anî ziman ku daxwaza wan tenê edalet e.    Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê giran di ser hezar û 600'î re girtiyên nexweş hene. Her wiha li gor raporê di sala 2020'î de 7, di 2021'ê de jî 3 bi giştî 13 girtî jiyana xwe ji dest dane.    Ji ber binpêkirinên mafan ên lig irtîgehan, ne tedawîkirin û berdana girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyên cezayên wan qediyane li Amedê xizmên girtiyan dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kir. Nobeda Edaletê ya li avahiya Baroya Amedê di roja 15'an de ye. Yek ji kesên tevli çalakiya "Nobeda Edaletê" bûye jî Hesîne Guler, hevjîan girtiyê nexweş Siddik Gulerê 26 sal in girtî, ye.    81 SALÎ YE   Siddik Guler ku di nav lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye, 81 salî ye. Niha di Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê de ye. Nîviyê mîde û rêviyên Guler hatine jêkirin, heya niha 2 caran anjiyo bûye û carekê jî ji ber çavê xwe emeliyat bûye û ji ber ku her du nigên wî tune ye, bi sendelyeya biteker jiyana xwe didomîne. Guler ji sala 1994'an heya niha di girtîgehê de ye û di 10'ê Sibata 2021'ê de bi şewba Covîd-19'ê ketiye.    Ji bo berdana Guler heya niha gelek serlêdan hatine kirin. Lê serlêdana dawî ya ji bo berdana Guler bi hinceteke sosret hatibû redkirin. ÎHD'a Amedê ji bo berdana Guler di 6'ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê dabû. Dozgeriyê, ji bo vê agahî ji girtîgehê xwestibû û îdareya girtîgehê jî reçeteya ku Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê di 1'ê Tebaxa 2021'ê de dabû Guler da dozgeriyê. Di reçeteya ku tenê îmzeya bijîşkê pratîsyen li binî hebû de îfadeyeke sosret hatibû nivîsandin. Di reçeteyê de ev tişt hatibû nivîsandin: "Tu porblemeke nexweş tune ye. Dikare tim avê vexwe." Dozgeriyê bi vê reçeteyê serlêdana ÎHD'ê red kiribû.    SALEKE HEV NABÎNIN   Hasîne Guler, anî ziman ku gava hevjînê wê anjiyo bûye jî nehiştine wî bibînin û got: "Dibêje, şelwarê min nadin min, kumên min nadin min. Şelwar, şelwarê Amedê ye, ne şelwarê gerîla ye. Ji xeynî du taxim kinc kincan nadinê. Me xwest em wî bibînin, lê nehiştin. Gotin, 'qedexe' ye. Ji ber şewbê nikarim biçim girtîgehm, zarok diçin. Saleke min ew nedîtiye. Par gava çûbûm, li ser sendelyeya biteker bû. Hevalên wî aliyên wî dikin. Gava hebikekî bi xwe ve tê, xwe bi xwe pêdiviyên xwe bi cî tîne. Bi xwe destnimêjê digire û nimêj dike."    ‘EM JI BO EDALETÊ HATIN’   Guler, destnîşan kir ku hevjînê wê li Girtîgeha Amedê nexweş ketiye û 17-18 sal in nexweş e. Guler got: "Em doza edaletê dikin. Bila mafên mirovan ji bo me jî derbasdar bin. XWedê ev ziman daye me. Em kurd in, zimanê me jî kurdî ye. Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Eger ev titş ji ber qanûnên wan be, nexwe li Tirkiyeyê qanûn tune ne."    Guler, anî ziman ku berî ku Covîd-19 belav bibe çûye cem hevjînê xwe û ji wê çaxê heya niha ew nedîtiye. Guler got: "Ez jî nexweş im. Çavên min nabînin. Ew taqet di min de tune ye ew qas rê biçim. Berê ji ber şewbê nedihiştin em bi telefonê jî bi hev re biaxivin. Herî dawî du hefte berê me bi telefonê bi hev re xeber da. Haya wî jê tune em hatine vira, lê hevalên wî jê re gotine di çapemeniyêd e qala wî kirine. Kêfa wî hatiye, ji ber dengê wî hatiye bihîstin. Herî dawî me bi telefonê bi hev re xeber da û got nerihet e, di karantînayê de ye."    'GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN'   Guler, dubare xwest ku hevjînê wê û girtiyên nexweş ên din bên berdan û got: "Çi ji destê me bê em ê bikin. Bila çareyek bê dîtin. Li girtîgehê tiştek bê serê wan, îja em ê çi bikin."    MA / Mehmet Guleş