Ger ji bo dosyeya ku jê beraet kiribû 20 hezar TL'yî bide dê dosye bê betalkirin 2021-11-30 09:09:46 AMED - Dadgeha herêmî ya ku derbarê rojnamevan Bariş Bariştiran de biryara beraetê dabû, piştî ku îstinfaê dosyeyê xera kir, vê carê biryar da ku ger Bariştiran 20 hezar TL'yî bide dê doz betal bibe.   Bi hinceta "propagandaya rêxistinê" doz li midûrê Ozgur Gun TV'yê ya bi biryarnameya di hikmê qanûnê (KHK) de hatibû girtin Bariş Bariştiran hatibû birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê derbarê Bariştiran de biryara beraetê dabû. Lê belê Dadgeha Îstinafê dosye xera kiribû.    Dihat xwestin ku bi hinceta ku Kongreya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya di 26'ê Gulana 2016'an de di Ozgur Gun TV'yê de bi awayekî zindî hatiye dayîn, heya 5 salan cezayê girtîgehê û bi qasî 5 hezar rojî jî cezayê pere li Bariştiran bê birîn.    Piştî ku dozgeriyê li ber biryara beraetê ya dadgeha herêmî rabû, dosye ji Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê re hatibû şandin. Daîreya Ceza ya 2'yan a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Amedê biryara beraetê xera kir.    Piştî xerakirina biryara beraetê dosye cardin ji Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê re hatibû şandin.    Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê ku biryara beraetê dabû, vê carê di çarçoveya xala 75'an a qanûna jimare 5337'an û xala 12'an a qanûna jimare 3713'an de biryar da. Dadgehê biryar da ku ger Bariştiran 20 hezar û 26 TL pere bide dê doz bê betalkirin.   MA / Omer Çelîk