Dayika ku keça wê bi kîmyasalê hat kuştin: Ger bi Ocalan re biaxivin dê mesele çareser bibe 2021-11-30 09:10:10 STENBOL - Dayika Ebûr Muhîkanci ya ku ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabû, xwest ku şer betal bibin û got: "Heger bi Ocalan re biaxivin, dê ev mesele çareser bibe."  Operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Tirkiye di van operasyonan de çekên kîmyewî bi kar tîne. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didomin. Li gor daxuyaniyên fermî yên çavaniyên PKK'ê di 6 mehên dawî de herî kêm 325 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Li hemberî çekên kîmyewî li herêmê û Ewropayê gelek rêxistinên civaka sivîl û saziyên cur bi cur serî li Yekîtiya Ewropayê (YE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çakên Kîmyewî (OPCW) dan û bang dikin ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tevbigerin.   Di 22'yê Cotmeha 2011'an de ji 36 endamên HPG'ê yên li Colemêrgê ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn, yek jê jî Ebrû Mûhîkanci bû. Dêya wê Bîrgul Mûhîkanci, diyar kir ku çekên kîmyewî dijî pîvanên şer e.   Dayik Mûhîkanci, diyar kir ku keça wê ji zarokatiya xwe ve neheqî qebûl nedikir û di sala 2008'an de tevli PKK'ê bûye. Mûhîkanci, bibîr xist ku di sala 2011'an de li Colemêrgê keça wê jî di nav de 36 kes bi çekên kîmyewî yên dewletê jiyana xwe ji dest dane û got: "Di şer de şerê sing bi sing heye. Di laşê zarokên me de dewsa guleyekê jî tune bû. Bedenên wan bi kîmyasalê şewitîbûn. Nedihatin naskirin. Malbatan zarokên xwe nas nekirin. 15 kes bêyî rapora otopsiyê bê kirin li goristana bêkesan hatin veşartin. Ji ber ku keça min berê hatibû binçavkirin, ewilî otopsiya wê hat eşkerekirin. Me cenazeyê xwe ji morga Girtîgeha Meletiyê wergirt. Ji bo em bi balafirê biçin Stenbolê me bilêt stend, lê ji ber ku cenazeyê gerîla bû, gotin 'cih nemaye.' Me jî cenazeyê xwe bi ambulansê bir."    ‘DIXWAZIN KURDAN QIR BIKIN'   Mûhîkanci, anî ziman ku sivîl jî bi çekên kîmyewî hedef tên girtin û got: "Tu kes vî tiştî heq nake. Ger şer hebe, dibe ku tu bi guleyê bimirî, lê bikaranîna kîmyasal sûcê şer e. Bi çekên kîmyewî sivîlan jî dikujin. Dixwazin her kesî bi van çekan bikujin. Dixwazin kurdan qir bikin."    BI AWAYEKÎ KELEMÇEKIRÎ JI DERSÊ HAT DERXISTIN   Mûhîkanci wiha behsa keça xwe kir: "Min dixwest pêşerojeke wê ya baş hebe. Keça min li Zanîngeha Kafkasê dest bi zanîngehê kir. Miroveke pir polîtîk û xêrxwaz bû. Neheqî tamûl nedikir." Mûhîkanci, anî ziman ku gava keça wê li zanîngehê bûye ji ber kovareke kurdî ya bi kargoyê jê re hatiye hatiye binçavkirin û got: "Wê bi awayekî kelemçekirî ji dersê derxistin. Keça min dibêje, 'Min bi vî awayî nebin, min çi kiriye, ma min mirov kuştine, min banke şêlandine, çima hûn min bi vî awayî dibin?' Polîs jî dibêjin, 'Na, em ê te bi vî awayî bibin bila her kes zanibe ku tu terorîst î.' Nêzî meh û nîvekê di girtîgehê de ma. Lê dîsa jî polîsan rihetî nedidanê."    Mûhîkanci, anî ziman ku gava keça wê hatiye berdan, polîsan tim wê nerihet dikir û got: "Polîsan û nijadperestan gelek caran ew linc kirin. PIştî vê berê xwe da çiyê. Dewlet û polîs bûn sebeb ku keça min biçe çiyê."    QASIDÊ AŞTIYÊ    Mûhîkanci, destnîşan kir ku li welêt mafê her kesî ye ku bi awayekî azad bijî. Mûhîkanci, anî ziman ku di çareserkirina pirsgirêka kurdî de hêza herî mezin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û got: "Tu dayik zarokên xwe ber bi mirinê ve naşîne. Ger welatek azad hebe, dê ne şer hebe ne jî kes bimire. Jiyaneke birûmet û azad, mafê her kesî ye. Meseleya kurdî divê li ser maseyê bê çareserkirin. Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye. Heger bi Ocalan re biaxivin, dê ev mesele çareser bibe. Em ê aştiya ku bibe sedema jiyaneke mirovane ji bo her du gelan, bi vî awayî pêk bînin."