Di êrişa DAIŞ'ê de pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da 2021-11-30 09:44:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişeke DAIŞ'ê de li Silêmaniyê pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da.    Nêzî Bendava Bavêşasûwar a li navçeya Kifrî ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, DAIŞ'ê êrişî pêşmergeyan kir. Di êrişê de pêşmergeyê bi navê Mûhammed Mansûr jiyana xwe ji dest da û 3 pêşmergeyek jî birîndar bûn. Di 28'ê mijdarê de jî li bajaroka Kuleco ya navçeya Kîfriyê DAIŞ'ê li dijî maşîneyeke pêşmergeyan êrişeke bombeyî pêk anîbû û di êrişê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû. Di heman êrişê de 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn û piştre ji van pêşmergeyên birîndar jî yek jiyana xwe ji dabû.