Rojnameger Bêcan: PDK postegerê Tirkiyeyê ye 2021-11-30 10:55:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nîzar Bêcar, diyar kir ku li Herêma Kurdistanê zext lê tên kirin û got ku PDK weke postegerê Tirkiyeyê tevdigere.    Li Herêma Kurdistanê, çalakiyên  li dijî hikûmetê berdewam dikin. Bi taybetî jî di demên dawîn de welatiyên herêmê bertek nîşanî polîtîkayên zextê yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) didin û daxwaza mafên xwe yên demokratîk dikin. Her wiha li gelek navendên Herêma Kurdistanê xwendekaran li dijî şertên kampûsan û nerazandina bûrsên xwe li qadê ne û çalakiyan li dar dixin. Di encama êrişên asayîşê de bi sedan xwendekar birîndar bûne û gelek jê jî hatine binçavkirin.    Rojnameger Nîzar Bêcan ku ji ber zextên li ser xwe yên li Herêma Kurdistanê herêmê terikand, serboriyên xwe yên li Herêma Kurdistanê vegot. Bêcan ku ji herêma Behdîna koç kiriye, diyar kir ku ji bo teşhîrkirina polîtîkayên zextê yên PDK'ê bi komek hevalên xwe re Kovara Başûr derxistine û rexneyan li PDK'ê kirine. Bêcan, da zanîn ku di sala 2012'an de dest bi rojnamegeriyê kiriye û li herêma Behdînan xebatên rojnamegeriyê meşandiye û ji ber van xebatên xwe 11 caran hatiye binçavkirin.    ŞIBANDINA REJÎMA BAASÊ   Bêcan, da zanîn ku piştî avabûna Herêma Kurdistanê PDK dest bi neheqiyên ku Rejîma Baasê nekiriye kiriye û wiha got: "Di demên dawîn de çalakî hatine lidarxistin. Bi awayekî tund mudaxaleyî van çalakiyan hatiye kirin û bi sedan kes hatine binçavkirin. Kovara Başûr ku min derdixist ji aliyê aliyê asayîşên PDK û YNK'ê ve dihat astengkirin û belavkarên kovarê dihatin binçavkirin. Di sala 2016'an de PDK'ê kovarê girt. Piştî girtina kovarê li ser medya sanal dest bi weşanê kir. Di sala 2020'an de hevalên min Sherwan Servani, Gohdar Zebarî, Şivan Beroşkî, Eyas Keram û Eyvan Îsa ji ber muxalîfiya xwe ya li dijî PDK'ê ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin. PDK û YNK ji netewebûnê ditirsin. Ji roja ku hatine ve mafê vî gelî dixwin. Çavkaniyên gel ji bo berjewendiyên xwe xerc dikin."   'MÎNA GURAN ÊRIŞ DIKIN'   Di berdewamê de Bêcan, bal kişand ser qrîza aborî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Li herêmê pirsgirêka av, ceyran û gaza siruştî heye. Karmendên cemaweriyê ji 2 mehan carekê mûçe digirin. Êdî gel hatiye asta mirinê. Ev desthilat mîna guran êrişî gel û destkeftiyên gel dike. Niha di nav raya giştî de tê gotin ku gelê Başûr direve û diçe Ewropayê. Lê ne tenê diçin Ewropayê, gelek mirov neçar dimînin ku biçin Îran û Iraqê. Bifikirin em diçin Iraqa ku bi çekên kîmyewî êrişî Helenceyê kir. Hevalên me bi girtinê re rû bi rû ne. Ji ber neçar in ji Başûr dertin."   'PDK POTAGERÊ ERDOGAN E'   Di dawiya axaftina xwe de Bêcan qala têkiliyên di navbera PDK'ê û Tirkiyeyê de kir û ev tişt got: "Başûr şibandina Tirkiyeyê. Ji xwarên û vexwarinê bigire heta çandê dest pe kirine her tiştî dikine tirkî. Rexmî ku çandeke me ya dewlemend heye jî rêzefîlmên tirkî didine temaşekirin. Ji bo pişaftina gelê pêkanînên bi vî rengî kirine meriyetê."   MA / Omer Akin