‘Hiqûqa Taybet’ a li Îmraliyê di rojeva Komîteya Wezîran de ye 2021-11-30 11:40:15   STENBOL - Di civîna Desteya Wezîran a KE ku wê îro dest pê bike de, wê biryara binpêkirina DMME’yê ya derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bê nirxandin. Heger ku Tirkiye li gorî biryarê tevnagere, dibe ku hin ambargo jî bên rojevê.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) îro li Strasboûrgê dicive. Di hevdîtina ku wê heta 2'yê Kanûnê bidome, biryarên binpêkirina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ên girtî dê bê nîqaşkirin. Tê payîn ku di civînê de biryarên binpêkirinê yên derbarê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û karsazê girtî Osman Kavala de jî bên nirxandin.   DIBE KU BIRYARA AMBARGOYAN DERKEVE    Heger biryara DMME’yê ya ku cezayê muebetê yê girankirî yê ji bo Ocalan, li dijî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike, neyê bicihanîn, dibe ku hin cezayên li dijî Tirkiyeyê werin rojevê. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi YE’yê re û endamtiya wê jî dibe cihê nîqaşê.    PÊVAJOYA BINPÊKRIINA BIRYARÊ    DMME’yê biryar da ku cezayê muebetê yê girankirî yê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji 15’ê Tebaxa 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, li dijî xala 3’yemîn a DMME’yê ye ku îşkence û muameleya xerab qedexe dike. Piştî vê biryarê di 18'ê Adara 2014'an de ji bo girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan jî li ser heman mijarê biryara binpêkirinê hatibû dayîn. Tevî ku 7 sal di ser biryara binpêkirinê ya ji bo Ocalan û girtiyên din re derbas bûye jî tu gav nehatine avêtin, saziyên hiqûqî û mafên mirovan çalakî li dar xistine.     Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîxwaz (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 26'ê Tîrmehê de ji bo biryara DMME’yê dabû, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa dabûn. Li ser vê yekê komîteyê cara ewil ev mijar xist rojeva xwe û biryar da ku di civîna ku di navbera 30'ê Mijdarê û 2'ê Kanûnê de pêk were de ji bo vê yekê biryarek bide.    JI TIRKIYÊ DU DAXUYANΠ   Piştî ku Komîteyê ev mijar anî rojevê, Tirkiyeyê du daxuyaniyên cuda dan. Tirkiye ku di 7'ê Îlonê de yekemîn bersiva serlêdana rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê da, îdia kir ku ji sala 2009'an û vir ve li Îmraliyê tu binpêkirinek pêk nehatiye. Ji aliyê din ve Tirkiye tespît û pêşniyarên di serlêdanê de yên di derbarê "mafê hêviyê" û "guhertina qanûna cezayê heta hetayê ya girankirî" ku îhtîmala serbestberdana Ocalan û girtiyên din derdixe pêş çavan negirt. Balkêş e ku Tirkiye tenê bi rapora Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li ser şert û mercên fizîkî yên Îmraliyê di salên borî de amade kir. Ji sala 2009’an û vir ve bi hincetên cuda hevdîtina Ocalan û girtiyên din bi malbat û parêzerên xwe re tên astengkirin.    HIQÛQA TAYBET    Di daxuyaniya duyemîn a ku Tirkiyeyê di 7'ê Cotmehê de bi sernavê "Plana Çalakiyê" pêşkêşî Komîteyê kir û diyar kir ku mafê Ocalan û girtiyên din ên "Serbest berdana bi şert" nîne, qebûl kir ku li Îmraliyê "hiqûqa taybet" pêk tê. Di îfadeya xwe de bal kişand ser biryara DMME’yê ya 'Ocalan 2' û îdia kir ku piştî 17'ê Mijdara 2009'an li Îmraliyê rewşeke ku 'mudaxeleya nemirovane' pêk were, nemaye. Ji 2009’an û vir ve hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan û girtiyên din re bi hincetên cuda tên astengkirin. Di daxuyaniyê de dîsa îşaret bi biryara DMME’yê hat kirin û hat gotin ku "başbûnan" ên di serdema piştî 17'ê Mijdara 2009'an de li Îmraliyê hatin kirin, hatin nirxandin û binpêkirina beriya sala 2009'an hatiye sererastkirin. Lê belê serlêdana ku di sala 2011'an de li ser navê Rêberê PKK'ê Ocalan ji bo şert û mercên girtîgehê yên li Îmraliyê pêşkêşî DMME’yê hatibû kirin, nehatibû qebûlkirin.   MA / Ferhat Çelîk