Biryara hinceta Doza Komkujiya Pirsûsê eşkere bû 2021-11-30 12:49:59   RIHA - Di biryara bi hincet a Doza Komkujiya Pirsûsê de ku 34 caran cezayê muebbetê yê giran li tekane bersûcê girtî Yakûp Şahîn hat birîn, têkiliya Yakûp Şahîn bi êrişkrê xwekuj Abdurrahman Alagoz re nehat girêdan.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, DAIŞ'ê de li dijî ciwanên ku di pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de li Navenda Çanda Amara hatin cem hev û dixwestin pêleyîstokan ji zarokên Kobanê re bibin, êrişek bombeyî ango xwekujî di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk anî û 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Di rûniştina biryarê ya dozê k udi 22'ê cotmehê de hat li darxistin, li tekane bersûcê girtî Yakûp Şahîn 34 caran cezayê muebbetê yê giran hat birîn û doz bi dawî bû. 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ku biryar da, biryara xwe ya bi hincet eşkere kir.   Di biryara bi hinceta ku ji 289 rûpelan pêk tê, kurteya îdianameyê, nêrîna dozgeriyê ya derbarê esasê de, parastina bersûc Yakup Şahîn, parêzerên Platforma Edaletê ya Pirsûsê, şahidên qetlîamê û îfadeyên malbatên ciwanên jiyana xwe ji dest dane cih digirin.    34 CAR CEZAYÊ HETA HETAYÊ    Li Yakûp Şahîn ê ku tenê bersûcê girtî ye ji sûcê “Kuştina bi qestî, çekên kîmyewî, biyolojîk, nukler an go bombebarankirin, rûxandin ku ev dibe sedema lehiyê, şewatê bikar aniye” 34 caran cezayê heta hetayê yê girankirî û ji heman sûcî bi hewldana kuştinê jî hezar û 890 sal ceza, ji bikaranîna bêdestûr a madeyên talûke 10 sal ceza û 40 hezar lîreyê tirk ceza lê hat birîn.    TÊKILIYA XWEKUJ Û BERSÛC NEHATIYE GOTIN   Di biryara bi hincet de têkiliya xwekuj Abdurrahman Alagoz û bersûc Yakub Şahîn û têkiliyên li pişt perdê yên qetlîamê tune ye, nehatiye girêdan. Hin kêmasiyên dosyayê ku parêzer û malbat gelek caran behsa wan dikirin jî di biryarê de nehatiye bicihkirin.