Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar kirin 2021-11-30 13:05:25   RIHA - Cara 9'emîn ji bo îfadeyê gazî Emîne Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê digire, kirin   Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeyê Rihayê ku di 9'ê adarê de dest pe kiribû di roja 267'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku hevjinê wê û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, ji ber ku Miduriyeta Polisan a Pirsûsê wê vexwendibû îfadeyê, îro nehat ber edliyeyê. Kurê Şenyaşar Ferît Şenyaşar, hat ber edliyeyê û bi vekirina dovîza "Em edaletê dixwazin" li "Goşeya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" dest bi nobedê kir.    Hat hînbûn ku Emîne Şenyaşar bi hinceta ku heqaret li peywirdarên cemaweriyê kiriye wê vexwendine îfadeyê. Polisan, beriya niha jî 8 caran bi heman hincetî Emîne Şenyaşar ji bo îfadeyê vexwendibûn qereqolê. Piştî van îfadeyan bi angaşta ku "heqaret" li Wezîrê Karên Hundir Suleyam Soylû û Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye doz li Emîne Şenyaşar hatiye vekirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal dîmenên nîqaşeke duh êvarê ku derbarê komkujiyê de di qenaleke televîzyonê de hatibû weşandin parve kir û ev peyam da: "Pêwistiya mirovbûnê ye ku mirov li cem maf û mafdar cih bigire. Di çarçoveya hiqûqa meşrû de têkoşîna me ya edaletê didome. Herkes vê pirsê dike; Riha bajarê Tirkiyeyê ye?"