Li Wanê krîza aborî hat protestokirin: Sedema krîzê tecrîd e 2021-11-30 16:27:06   WAN - Rêxistina HDP'a Wanê ji bo krîza aborî çalakiyeke protestoyî li dar xist û xwest ku hikûmet îstîfa bike û hat gotin sedema vê krîzê tecrîdkirina Ocalan e.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkildarî krîza aborî daxuyaniyek da û kûrbûna krîza aborî şermezar kir. Parlamenterê HDP'ê yê WanêMurat Sarisaç, Rêveberên HDP'ê û DBP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê, nûnerên DÎSK û KESK'ê beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî li navenda bajêr hat lidarixstin û pankarta "Demildest îstîfa, em ê biguherînin" hat vekirin. Rêveberê HDP'ê yê Bajêr Ibrahîm Acar got li Tirkiyê pergala aborî û hiqûqê hilweşiyaye.   Acar diyar kir AKP li şûna ku probleman çareser bike, bûye kana probleman û got: "AKP berê xwe daye şer, rant û alîgiran, haya wê ji rewşa gel tine ye."    'DIVÊ HIKUMET DEMILDEST ÎSTÎFA BIKE   Acar anî ziman ku yek ji sedema sereke ya krîza aboriyê çaresernekirina pirsgirêka kurd e û bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkaya tecrîdê ya li ser girtiyên din û wiha got: "Ev jî sedema sereke ya krîzê ye. Bi ya me divê ev desthilat demildest îstîfa bike.  Ev desthilat divê îstîfa bike û demildest hilbijartin çêbibe. Bi vê desthilatê re her roj keda me, aramiya me kêm dibe, destê me teng dibe. Ji ber vê em dibêjin zû îstîfa bikin û em biçin hilbijartinê."