111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatin darizandin 2021-12-01 11:38:41   ENQERE - Haberîn Bedelî, aşkera kir ku di meha Mijdarê de 111 rojnamevan bi daxwaza hezar û 817 sal cezayê hefsê hatine darizandin, li 5 rojnamevanan 6 sal 4 meh û 12 roj cezayê hefsê û 16 hezar lîre cezayê pere hatiye birîn.     Rapora meha Mijdarê ku di çarçoveya projeya Haberîn Bedelî ya bi piştgiriya Cemiyeta Rojnamevanan tê amadekirin, hat aşkerakirin. Di raporê de bal hat kişandin ku meha Mijdarê jî ji bo rojnamevanan bi zext û astengiyan derbasbûye û hat ragihandin ku di mehekê de li 10 bajarên cuda di 40 danişînên cuda de rojnamevan hatine darizandin.    111 ROJNAMEVAN LI PÊŞBERÎ DADGER BÛN   Li gorî raporê di mehekê de herî kêm 111 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin darizandin. Di dozên ku didomin de 111 rojnamevan bi daxwaza 812 sal û 9 mehan heta hezar û 817 sal û 11 mehan cezayê hefsê hatine darizandin û heta 35 hezar rojan cezayê pere yê edlî hatiye xwestin. Têkildarî 4 rojnamevanan jî 40 hezar lîre cezayê pere û 2 milyon û 100 hezar lîre jî tazmînata manewî hat xwestin.    LI 5 ROJNAMEVANAN 6 SAL CEZAYÊ HEFSÊ HAT BIRÎN    Di dozên ku biryar hatin dayîn de li 5 rojnamevanan 6 sal 4 meh û 12 roj cezayê hefsê û 16 hezar lîre jî cezayê pere hatiye birîn. Derbarê 8 rojnamevanan de jî biryara beraetê hat dayîn.    Li gorî daneyên di raporê de cih digirin, li zêdetirî rojnamevanan sûcên di çarçoveya Kanûna Têkoşîna bi Terorê re hatin pirsîn. 55 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê ku tên darizandin bi “endamtiya rêxistinê” 16 rojnamevan jî bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” tên darizandin. Li 7 rojnamevanan jî sûcdariya “Heqareta li Serokkomar” hat pirsîn.    Di meha Mijdarê de derbarê 4 rojnamevanan de ji 11 sal û 8 mehan heta 25 sal û 8 mehan cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Di heman serdemê de derbarê rojnamevanekî de gilî hat kirin. 3 jê dema şopandina nûçeyê de 4 rojnamevan hatin binçavkirin.