Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da 2021-12-01 14:36:00   STENBOL - Dayika Aştiyê Sîtî Kaya ku di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd cih digirt, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Dayika Aştiyê Sîtî Kaya (68) ku demeke dirêj di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd cih digirt, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sûltan Abdulhamîd a Stenbolê ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.   Kaya ku nexweşiya wê ya şekir hebû, beriya 10 rojan ji ber ku rewşa wê giran bûbû rakiribûn nexweşxaneyê û li beşa lênêrîna awarte tedawiya wê hatibû destpêkêkirin. Hat hînbûn ku Kaya duh bi şev li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Wê cenazeyê Kaya li Goristana Ihlamûkûyû hat veşartin.     Kaya ku salên dirêj di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girtibû, kurê wê Ercan Kaya di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû.