Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz hat veşartin 2021-12-01 15:13:25   SEMSÛR - Siyasetmedarê kurd Mehmet Doymaz ku li Swîsreyê jiyana xwe ji dest dabû li Semsûrê hat veşartin.   Ji rêveberên Nûnertiya Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê Mehmet Doymaz, duh li nexweşxaneya ku lê tedawiya peneşêrê didît jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Doymaz ji bo bê veşartin hat Semsûrê. Cenazeyê Doymaz ji Balefirgeha Semsûrê hat girtin û li gundê Axçelî hat veşartin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Riza Bîlgîç û gelek kes tevlî merasîma cenaze ku li gundê Axçelî ji bo Doymaz hat lidarxsitin bûn.    'JIYANA XWE BEXŞÎ TÊKOŞÎNÊ KIR'   Endamê PM'a HDP'ê Riza Bîlgîç, di merasîmê de axivî û ev tişt got: "Mehmet Doymaz jiyana bexşî têkoşîna azadiyê gelê kurd kir. Tu demê jiyaneke wî ya şexsî çênebû. Tevahiya jiyana xwe ji bo gelê me bexşand. Em ê timik li bîranîna hevalê xwe Mehmet xwedî derkevin. Heke mirovek jiyana xwe ji bo gelê xwe bibexşîne ev pîroz û binirx e. Em ê timik girêdayî bîranîna hevrêyê xwe Mehmet bin."   MEHMET DOYMAZ KÎ YE?   Doymaz piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê ya 1980'an tevlî PKK'ê bû û piştî 5 salan bi kadroyên pêşeng ên PKK'ê Sabrî Ok re hatibû girtin. Li Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) hatibû darizandin û cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. 20 Salan li girtîgehên cuda hat girtin. Li girtîgehê bi nexweşiya pençeşêrê ket û di sala 2005'an de ji bo tedawiyê çû Swîsreyê. Doymaz li Swîsreyê ji aliyekî ve tedawî dibû û ji aliyek ve jî tevlî xebatên saziyên kurd dibû. Doymaz, demeke dirêj bû rêveberiya Nûnertiya Heyva Sor a Kurdistanê ya Swîsreyê dikir û dema êrişên DAIŞ'ê yen li ser Kobanê û Şengalê xebatên gelek xebat meşandibûn.