Girtiyên nexweş ê jiyana xwe ji dest da di rojeva Meclîsê de ye 2021-12-01 17:08:52 EDENE - Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, girtiyê nexweş Bangî Muhemmed ê ji ber nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da ji Wezareta Dadê pirsî. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, girtiyê nexweş ê Efrînî Bangî Muhammed (33) ê di 12’ê Mijdarê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûna Hatayê jiyana xwe ji dest da anî rojeva Meclîsê. Hatîmogûllari ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne ev pirs pirsîn: “* Girtiyê nexweş ê giran Bangî Mûhammed, piştî ku tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê ji nexweşxaneyê re hat veguhastin çima li qawîşeke bi tenê hat bicihkirin? Asayî ye ku girtiyekî evqas nexweş tena serê xwe bimîne? * Muhammed ê girtiyê nexweşê giran ku dema li girtîgehê diviya bû sê caran emeliyat bibûya, çima li nexweşxaneyeke bêkêmasî nehat dermankirin? * Çima ji bo Mohamed ku tenê dikare ji hêla hevalên xwe ve were dermankirin bigihije xizmeta tendiristiyê gav nehatin avêtin,? * Derbarê îdîayên li ser nedermankirina nexweşê giran Bangî Mohamed ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da yên weke ‘ji ber ku dermanê wî nehat dayîn rewşa wî giran bû û jiyana xwe ji dest da’ lêpirsînek hatiye destpêkirin? Ev şert û mercên li girtîgehan çend caran tên kontrolkirin? * Di nava van şert û mercên girtîgehê de eger tedawiya girtiyên nexweş nepêkan be, tu mafekî destûra bingehînî nîne ku li derve bên tedawîkirin. Ji bo wergirtina tedbîrên pêwîst ên di vî warî de, Wezareta we wê bixebite?”