Bi hinceta 'di qawîşa alîgiran de ye' nayê berdan 2021-12-02 09:04:37 MERSÎN - Mazlûm Dûrsûn ê ku di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de ye, cezayê wî qediyaye lê ji ber ku di "qawîşa alîgiran" de maye 7 meh in nayê berdan.    Gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane bi hincetên cuda û kêfî nayên berdan. Yek ji van girtiyan jî Mazlûm Dûrsûn e. Dûrsûn ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û ji 8 sal û 9 meh cezayê lê hatibû birîn 8 sal jê temam kirin, çendî cezayê wî temam bûye jî nayê berdan. Desteya Çavdêriyê ya Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê cezayê Dûrsûn 6 mehan taloq kiribû, cardin taloq kir. Desteyê bi hinceta ku Dûrsûn di "qawîşa alîgiran" de maye cezayê wî 4 mehên din jî taloq kir.    Bav Mehmet Dûrsûn bertek nîşan da. Dûrsûn, anî ziman ku kurê wî nêzî 8 sal in girtiye û taloqkirina berdana wî briyareke kêfî ye. Dûrsûn got: "Dixwazin girtî biçin qawîşên bêaliyan. Kurê min jî vê yekê qebûl nake. Lewma wiha dikin."    Bav Dûrsûn, destnîşan kir ku ji bo hinceta vê yekê hîn bibe telefonî girtîgehê kiriye û girtîgehê jê re gotiye ji ber ku di "qawîşa alîgiran" de maye.    Dûrsûn, destnîşan kir ku armanca vê pêkanînê tepisandin e û got: "Em naxwazin girtî bên tecrîdkirin. Êdî bes e. Bila çavê tu dê û bavan ne li rêyan be. Bila hemû kesên bêsûc bên berdan. Dawî li vê zilmê bînin."    MA / Cemîl Ûgûr