Qedexe ji bo 'aramî û ewleyiya' kê ne? 2021-12-02 09:06:09   COLEMÊRG - Hevserokê ÎHD a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû, bal kişand ser pêkanînn Rewşa Awarte yên 6 sal in li Colemêrgê û navçeyên wê didomin û got: "Mirov li sînor tên kuştin, dengê wan tê tepisandin, li midûriyeta polîsan, li nav kuçeyê, li qereqolan tên îşkencekirin. Mirov dê behsa aramî û ewleyiyek çawa bike?"   Li Colemêrgê û navçeyên wê pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) hê jî didomin. 6 sal in navenda bajêr veguheriye qadeke eskerî û hema bibêje serê 10 kîlometreyan carekê noqteyên lêgerînê hene, hin deverên çûn-hatinê hatine girtin.    Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû, destnîşan kir ku pêkanînên bi vî rengî aramiyê ji holê radikin.    KÎJAN ARAMÎ Û EWLEHÎ?   Çobanoglû, bilêv kir ku li navenda bajêr her roj bêhiqûqîtî rû didin û li dijî vê destûra tu bertekeke demokratîk nayê dayîn. Çobanoglû, diyar kir ku ev pêkanîn dibin sedema gelek binpêkirinên mafan ên nû û peywirdarên daxilî nav sûcan bûne wêrek dike û polîtîkaya bêcezatiyê veguheriye tiştekî asayî. Çobanoglû, anî ziman ku li bajêr saziyên dewletê bêhiqûqîtiyeke mezin dikin û dibêjin ev polîtîkayên "ewlehîparêz" ji bo "aramî û ewleyiya gel" e, lê elê tu eleqeya wê bi vê tune ye. Çobanoglû got: "Hinceta ji bo 'aramî û ewleyiyê' ne berbiçav e. Dê çawa aramî û ewleyiya welatiyên tên tepisandin bê pêkanîn? Li aluiyekî qedexekirina zozanan didome, li aliyê din li sînor mirov tên kuştin. Dê mirov behsa aramiyeke çawa bike? Xizmên mirovên li sînor tên kuştin, li midûriyeta polîsan, li nav kuçeyê, li qereqolan û di dema çêrandina pez de tên îşkencekirin. Ev pêkanîn dê nikaribin aramî û ewleyiyê ava bikin. Dê polîtîkaya bêcezatiyê ya failan diparêze tu carî nebe cihê aramî û ewleyiyê."    JIYANA BIRÛMET   Çobanoglû, anî ziman ku îqtidara siyasî hewl dide civakê bike yekreng û got: "A rast ji bo sazî û rêxistinên nêzî îqtidarê nederbasbûna van qedexeyan, teza me piştrast dike. Îqtidar dixwaze dengê muxalefetê bitepisîne. Tekane armanca vê rejîma çewisîner, mirovan bêdeng bike û li gor xwe bide axaftin. Em vê pêkanînan li hemberî vîna me ya azad qebûl nakin. Em ê vê têkoşîna ji bo jiyana birûmey mezintir bikin û em ê nehêlin binpêkirina mafên me bibe tiştekî asayî."