Ozguneş: Desthilat ji HDP'ê û hêza wê ditirse 2021-12-02 09:06:43 ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, bertek nîşanî operasyonên li dijî partiya wan HDP'ê tên kirin û da û ev tişt got: "Fêdeya tirsê tune ye. Ev hikûmet wê biçe. Çi qas zext û erişan dike bila bike, em ê tekoşîna xwe bidomînin."  Li Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî rêvebir, endam û xebatkarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bênavber berdewam dikin. Di nav du hefteyên dawîn de li Şirnex û navçeyên wê 80 kes hatin binçavkirin û 18 kes ji vana hatin girtin. Dİ 9 mehan de bi dehan kes li bajar û navçeyên wê hatin binçavkirin û ji van kesan bi giştî 41 kes jî hatine girtin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, têkildarî van operasyonên siyasî yên li dijî partiya wan axivî û bertek nîşanî zextên li ser HDP'ê da.   7 HEZAR KES HATIN GIRTIN   Ozguneş, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û şirîkê wê MHP bi girtinan û binçavkirinan dawiya xwe tîne û wiha axivî: "Bi salan e plana perçiqandin û qirkirina gelê kurd hikûmeta AKP'ê û hevkarê wê MHP'ê didome. Wekî Sîrîlanka dixwestin ku hemû hêzên kurd û hêzên demokrasiyê bêdeng bikin û ji holê rakin. Ev hêza çewisîner li ser partiya me HDP'ê jî didome. Ew hêzên demokratîk ê ku li gel me cih digirin jî rastî heman zext û gefan tên. Di van 6 salên dawî de 16-17 hezar hevalên me hatine binçavkirin û ji vana nêzî 7 hezar jê hatine girtin. Bêguman armanc bêdengkirin û tunekirina gelê kurd û hêzên demokratîk e. Di van rojên dawî de erişeke gelek mezin li ser me dikin. Di demeke gelek nêz de, li Îzmîr, Îzmît, Tekirdag, Mêrdîn û Şirnexê gelek hevalên me hatin binçavkirin. Ev eriş hê berdewam dikin. "   'DITIRSIN'   Ozguneş anî ziman ku armanceke operasyonên qirkirina siyasî ew e ku doza girtina HDP'ê bi lez bê kirin û bal kişand ser binçavkirin û girtinên li Şirnexê û navçeyên wê.    Ozguneş got: "Li Şirnexê di 17'ê mehê de 35 kedkarên komirê hatin binçavkirin û ji van 16 kes hatin girtin. Ev hemû jî bi hincetên 6 sal beriya niha hatine girtin. Ji bo ku li ser gelê me tirs û xofê çêbikin li gorî xwe şahidan çêdikin û tînin li ser hevalên me îfadeyan didin. Herî dawî di 27'ê mehê de, li Cizîrê 18 kes hatin binçavkirin. Ji vana 3'ê jê hatin girtin. Li gel vekirina doza Kobanê û doza girtina partiya me dixwazin ku me bêdeng bikin. Dixwazin ku bi van zext û êrişan derûniya gelê me xirab bikin û vîna wan bişikînin. Hikûmet ji partiya me HDP'ê û girseya wê ditirse. Ji ber ku HDP pirsgirêka hemû nasname, bawerî, xizan, kedkaran û xwezayê tîne ziman. HDP dibêje ku divê ev pergala li ser yek nasnameyê hatiye avakirin bê guhertin. Li welatê bawerî û nasnameyên cuda hene. Di serî de pirsgirêka kurd bi salan e dewleta tirk xistiye nava qeyranê û nikare jê xelas bibe. Di dest dewletê de tenê çekek maye, ew jî dibêje ku, HDP'ê bê girtin wê bingeha dewleta me ya nijadperest û netewperest li ser lingan bimîne. HDP'ê ji raya giştî re weke dijmin nîşan dide û her tim revebir û çalakvanên HDP'ê rastî eriş wan tên."   'DÊ EV HIKÛMET BIÇE'    Ozguneş, da zanîn ku li diji politikayên bêdengkirinê ew ê tekoşina xwe mezin bikin û got: "Lê rastiyek heye ku li gorî anketên ku herî dawî hatine çêkirin rejeya dengan a HDP'ê ji sedî 12'an heya 15'an diçe. Ev jî bêgûman dewlet tirk ditirsîne. Ji ber wê jî nizane ku wê çi bike, radibe erişî girseya HDP'ê dike. Dixwaze ku bi vî wayî desthilatdariya xwe bihêz bike. Lê fêdeya tirsê tune ye. Ev hikûmet wê biçe. Çi qas zext û erişan dike bila bike, lê em ê xwe bi rêxistin bikin. Bi zext û erişan nikare tekoşîna me bidin sekinandin. Serkeftin a me ye."