Ocalan: Dixwazin ez tawîzan bidim wan 2021-12-02 10:31:32 NAVENDA NÛÇEYAN  - Rêberê PKK'ê Abdullah diyar kir ku bi astengiya hevdîtina parêzer û malbatê dixwazin tawîz were dayîn û got: “Tişta ku tê kirin ne di hiqûqa dewletê de û ne jî di hiqûqek din de heye. Dewlet xeletiyan dike.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata sala 1999’an ve 22 sal in bi şertên tecrîdek giran re tê ragirtin. Ji meha Tebaxa sala 2019’an ve parêzer nikarin biçin hevdîtinê. Hevdîtinên parêzer û malbatan bi cezayên dîsîplînê ku li Ocalan û girtiyên cem wî tên birîn, tên astengkirin. Her dawî derket holê ku Dadgeha Cezayê Înfazê ya Bûrsayê 6 meh qedexeya hevdîtinê li parêzeran û 3 meh qedexeya hevdîtinê li malbatan biriye.   FIKAR ZÊDE BÛBÛN   Ji ber zêdebûna fikarên raya giştî ya ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19), Ocalan cara ewil li Îmraliya piştî 21 salan mafê xwe yê têlefonê bikar bîne û bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ev hevdîtin di 27’ê Nîsana 2020’an pêk hat. Piştî ku îdiayên derbarê rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan de bû sedema nîgeraniya raya giştî, di 25'ê Adarê de careke din bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî. Mehmet Ocalan da zanîn ku ev hevdîtin 4 deqîqe û nîv dewam kiriye û hatiye qutkirin.   CEZAYÊ VOLTAYÊ!   Derket holê ku cezayên dîsîplînê piştî 3'ê Adara 2020'an ku têkiliya herî dawî bi Ocalan re hatiye dayîn, hatiye birîn. Di 30’ê Îlona 2020’an de ji aliyê Desteya Dîsîplînê ve 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina malbatê li Ocalan hate birîn. Piştî vî cezayî, di meha Çileyê borî de cezayê dîsîplînê yê nû hat dayîn û hevdîtin 3 mehan hat qedexekirin. Di dema astengkirina dîtinan de derket holê ku hevdîtina malbata Ocalan a di Îlona 2018’an de bi hinceta “faliyeta sporê” de “volta avêtiye” 3 meh hatiye astengkirin. Di serlêdana herî dawî de hate diyarkirin ku di 18’ê Tebaxê de li gel qedexeya hevdîtina bi parêzer re 3 meh cezayê hevdîtina malbatê li Ocalan hatiye birîn. Ji Ocalan ê ku nêrîna malbat, wesiyet û parêzerê wî hatiye astengkirin 8 meh in tu agahî jê nayê girtin.   'NIKARIN JI MIN TAWÎZAN BIGIRIN’    Di hevdîtinên li Îmraliyê de Ocalan diyar kir ku dewlet dixwaze bi astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê tawîzan bigirin. Ocalan piştî qedexekirina hevdîtin parêzeran a di 27’ê Tîrmeha 2011’an de dest pê kir di 12’ê Cotmeha 2011’an de li gel malbata xwe hevdîtin pêk anîbû û wiha gotibû: “Eger rastî hebin em rast dikin, xeletî hebin em dibêjin xelet. Divê tu kes ji me zêde hêvî neke. Divê em ji rastiyê re bêjin rastî û ji xeletiyê re jî jî bêjin xeletî. Heger em deh sal bin li vir bi tenê dimînin, her çend kes neyê hevdîtinê jî divê em dîsa jî rastiyê bêjin û tiştên rast bikin. We û parêzerên naynin. Ew difikirin ku ew ê bi vî rengî b imin tawîzan bidin! Heger ez deh salan bi tenê li vir bimînim, ew ê nikaribin bi vî awayî ji min tawîza bidin. Ez ji rastiyê tawîz nadim. Bi anîna we ya vir jî dixwazin bêjin va em destûra hevdîtinê didin. Hemû mafên me desteser dikin, hewl didin car carna rêya hevdîtinê vekin û ser kirinên xwe binixumînin.”    ‘WEK REHÎNE DIGIRIN’    Ocalan di 7’ê Hezîrana 2013’an de di hevdîtina xwe ya bi Heyeta Îmraliyê re gotibû: “Serdozgerê Bursayê vê dawiyê hat. Min jê re got, birayê min Mehmet jî nayê; Malbata min e, hûn nahêlin ew jî were. Ji ber pêvajoyê sê sal e ku parêzerên min nehatin ne xem bû, min sebir kir. Lê min got, ma ev ne tam rewşeke rehîneyê ye ku hûn niha dikin? Ji ber vê yekê ew min wek rehîn digirin. Dema Mehmet di 3'ê Çile de hat, min hişyar kir: Heger di nava çend hefteyan de hewa xerab nebe, eger te ne bînin, dest bi berxwedanê bike. Heger te neyinin nexwê pirsgirêkek heye û ez vê yekê wek nimûne dibêjim."   HEVDÎTINA DAWÎ: DEWLET XELETIYÊ DIKE    Ocalan herî dawî bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di 25’ê Adarê de hevîtin pêk anîbû û wiha gotibû: “Tu çawa hatiyî vir? Kî te aniye? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî? Ji van tiştên diqewimin re hem tu hem jî dewlet xeletiyê dike. Sedema wê ev e; Ev salek e bi tu awayî hevdîtin nayê kirin. Tişta tê kirin ne di hiqûqa dewletê de ne jî di tu hiqûqek din de heye. Hatina te pir xeletî ye û pir talûke ye. Dewlet jî pir talûke ye. Ev ne tiştek rast e. Heke hevdîtinek bibe divê di çarçoveya hiqûqî de bibe. Piştî salekê li ser daxwazên wan bi rêya telefonê hevdîtin nabe.’ Serok dubare dubare got ‘Ev tişta hûn dikin pir şaş e. Dewlet jî şaş dileyîze û hûn jî. Ev ne hiqûqî ye, ne raste jî. Ev yek qet û qet nayê qebûlkirin. Ev yek di heman demê de pir talûke ye. Gelo hûn di ferqa wê de ne ku çi dikin? Ez dixwazim parêzerên min werin vir û bi min re hevdîtinê bikin. Ev ne tiştek hiqûqî ye. Ev 22 sal in li vir im. Ev pirsgirêk di siberojê de wê çawa bibe? Ev pirsgirêk encax bi hiqûqî dikare were çareserkirin. Çima nayên vir? Heke hevdîtinek bibe jî divê bi parêzeran re bibe. Çimkî ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.”   MA / Ozgur Paksoy