Tecrîd di rojeva Konseya Ewropayê de ye: Li benda plana çalakiyê ne 2021-12-02 11:51:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul, diyar kir ku li benda aşkerakirina plana çalakiyê ya KWKE’yê ne û wiha got: “Divê hemû saziyên sivîl ên civakî di vê noxteyê de zextan bikin û pêvajoyê bişopînin.”   Di serlêdana parêzeran a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li dijî cezayê muebbetê yê girankirî yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn de, dadgehê di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ya ku îşkence û pêkanînên xerab qedexe dike, binpê kiriye. Bi vê biryara DMME’yê biryareke bi heman rengî ya li ser girtiyên bi navê Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) re hate şandin.    Komîteyê, piştî 7 salan li ser serlêdana Komaleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya di 26’ê Tîrmehê de, biryara DMME’yê xist rojeva xwe. Lê belê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji kontrolkirina biryarên DMME’yê berpirsyar e, ji sala 2014’an ve gav neavêt. Komîteya Wezîran a li ser serlêdanê, serlêdan xist rojeva xwe, wê biryarê îro li Strasbourgê di civîna ku roja sêyemîn de didome berdewam bike. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul li ser serlêdan û têkildarî biryara ku komîte bide nirxandin kirin.    CIHÊ WÊ DI HIQÛQA NAVNETEWÎ DE TUNE YE   Ergul, bi lêv kir ku cihê cezayê hefsê yê heta mirinê di hiqûqa navnetewî de nîne û wiha got: “Li Dadgeha Cezayê ya Navnetewî jî derfetê şertê kontrola edlî bi awayekî qanûnî hatiye sererastkirin. Li Dadgeha Cezayê ya Navnetewî jî derfetê şertê kontrola edlî û mafê hêviyê heye lê li Tirkiyeyê cezayekî wisa tê pêkanîn."   MANÎPULASYONA TIRKIYEYÊ    Ergul, dazanîn ku piştî serî li KWKE’yê dan Tirkiyeyê du danezan û “plana çalakiyê” pêşkeşkirine û wiha axivî: “Tirkiye israr dike ku serbestberdana bi şert pêkan e û di mewzûatê de cih digire, lê dibêje îstîsna hene. Di bingeha serlêdana me de jî ji xwe ev îstîsna hene. Di sûcên çarçoveya TMK’ê de Tirkiyeyê di hemû pêvajoyên qanûnî û pêkanînan de cihekariyê dike. Ji ber wê yekê danezanên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine pêşkêşkirin û planên çalakiyê neqediyane û manîpulatîf in, hewl didin Komîteya Wezîran bixapînin. Ji ber ku israr dikin ku li Tirkiyeyê îhtîmala serbestberdana bi şert heye û biryara DMME’yê bi cih tînin. Dibêjin ku wan çawa biryara DMME’yê bi cih anîne, biryar wergerandin û radestî hemû rayedarên pêwendîdar kirine. Lê nayê wê wateyê ku ev biryar tên sepandin.”   KRÎTERA DMME’YÊ: TU DI TECRÎDÊ DE NAGIRÎ   Ergul, destnîşan kir ku ji bo biryara DMME’yê were pêkanîn divê mewzûata qanûnî were guhertin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DMME dibêje tu dê li welatê xwe bi awayekî hiqûqî mafê hêviyê pêk bînî. Tenê weke qanûn namîne. Divê ez bibînim ku tu pêk tînî. Kurtasî dibêje tu kesekê/î di tecrîdê de nahêlî.”   TIRKIYE AGAHIYÊ NADE    Ergul, diyar kir ku ligel di pêvajoya serlêdanê de ji Tirkiyeyê xwestine jî agahiyên îstîtatîstîkî bi wan re parve nekirine û wiha pê de çû: “Em her tim ji Tirkiyeyê serlêdana agahiyan stendinê dikin ku niha çend hikumxwariyên cezayê hefsê yê muebbeta girankirî hene, çend bi  cezayê hefsê yê muebbeta girankirî tên darizandin hene lê em bersivê nagirin. Ji sala 2014’an ve jî têkildarî vê yekê de me tu bersiv negirtin.”   PLANA ÇALAKIYÊ YA KE’YÊ    Ergul, bi lêv kir ku li benda encama civîna Komîteya Wezîran e û wiha got: “Komîteya Wezîran piştî civînê wê hem têkildarî xwestina plana çalakiyê ya welatan daxuyaniyê bide hem jî wê rojeva civîna ku piştî 3 mehan li dar bixe aşkera bike. Em hêvî dikin ku ji Tirkiyeyê jî plana çalakiyê were xwestin. Heke ev plan hat xwestin wê Tirkiye bersiveke çawa bide em ê bi hev re bibînin. Divê ji derveyî her çar saziyên serlêdan kirine, hemû saziyên sivîl ên civakî di vê noxteyê de zextan bikin û pêvajoyê bişopînin.”   MA / Ozgur Paksoy