Sibê danişîna biryarê ya Mûsa Orhan tê lidarxistin 2021-12-02 11:59:16 SÊRT - Danişîna biryarê ya doza çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û ber bi întîharê ve kişand, dê sibê li Sêrtê bê dîtin. Parêzer Îlyas Tarim got di dozê de “zihniyeta tecawizkar a ku di bin zirxên dewletê de cih girtiye” hatiye darizandin.   Îpek Er a 18 salî ku di 16'ê Tîrmeha 2020’an de li navçeya Qubînê ya Êlihê ji aliyê çawîşê pispor Musa Orhan ve rastî tecawizê hat û întîhar kir, di 18'ê Tebaxa 2020'an de jiyana xwe ji dest da. Orhan ê di 19'ê Tebaxê de bi îdîaya "Êrişa zayendî ya bi wesf” di encama bertekên tund de hatibû girtin, di 25'ê Tebaxê de hatibû berdan. Ji parêzerên Orhan, Mehmet Erkan Akkuş û Aliye Dogan ji roja ewil de herî zêde navên ku ji bo tehliyekirina tecawizê hatin nîqaşkirin, di danişîna ku di 16’ê Cotmeha 2020’an de dest pê kiribû de hemû daxwazên girtina bersûc hatin redkirin. Doz li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hê jî dewam dike.    Tevî hemû hewldan û daxwazên ku bersûc were cezakirinê jî lê şandeya dadgehê biryara ku Orhan negirtî were darizandinê da.    DANIŞÎNA BIRYARÊ SIBÊ YE    Rûniştina dawî ya doza Musa Orhan dê sibê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. Tê payîn ku hejmareke parêzer, rêveberên baroyên bakurê Kurdistanê, nûner û rêveberên rêxistinên jinan û rêxistinê sivîl beşdarî rûniştinê bibin.    ‘BIRYAR JI BO XÊRA KIRYAR DAN’   Parêzerê malbata Er, Îlyas Tarîm diyar kir ku doz bi girtina Musa Orhan re di encama bertekên civakê de dest pê kir û geşedanên piştî vê yekê nîşaneya çawaniya hewldana tecawizê ye were beraet kirinê ye. Tarim bi bîr xist ku Orhan piştî girtina 7 rojan hat berdan û wiha got: “Divê kiryar girtî bihata darizandin. Lê nehat girtin û serbest hat darizandin. Dadgehê bi îdiaya ku gumana reşkirina delîlan tune ye, biryar da ku ew bi şertê darizandinê bê darizandin. Lê belê kiryarê ku bi şahidên dosyayê re têkilî danî û bi yek ji bersûcan re jî anî dadgehê, bandor li şahidên ku di dosyayê de cihekî girîng girtibûn kir. Ev bandor delîlan vedişêre. Şahid wekî delîl tê hesibandin. Lê belê, ew şahidan ji malê digire û bi heman otomobîlê rêwîtiyê dike. Di rûniştina dawî de dozger ev yek dît û daxwaza girtinê kir. Lê belê dîsa jî nehat girtin. Daxwaza me ya girtinê her tim hat redkirin. Ne tenê daxwaza girtinê gelek daxwazên din jî ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin û ji bo kiryar biryar hatin girtin.”   ‘DIXWAZIN SER DOZÊ BIGIRIN’    Tarım da zanîn ku parêzerên kiryar hewl didin dozê bigirin û wiha got: “Bi hedefgirtina kesên din vê yekê dikin. Ew xwe diavêjin pişt zirxên hêza dewletê. Ji ber vê çend kes hatin cezakirin? Kesên ku daxuyaniyên çapemeniyê dan û li ser medyaya dîjîtal parve kirin bûn hedef. Li hinekan cezayê pere û hinekan jî cezayê girtîgehê hat birîn. Wek mînaka Ezgî Mola. Ji ber ku bertekên xwe anîn ziman, bû hedefa wan. Lê belê bi xwedîderketineke xurt, nekarîn tişta ku dixwestin bi Mola bikin. Parêzerê bersûc her tim hewl dide dozê li kesekî veke û Mûsa Orhan ji vê yekê xilas bike. Li dadgehê êrişî malbatê dike. Li şûna ku hesab bide, hewl dide hesab bipirse. Dixwazin bikevin pey taybetiyên malbatê û têgihîştinek di nava gel de çêkin û malbatê neheq bikin. Me derbarê parêzer de gilî kir.”    ‘DELÎL TÊRÊ DIKIN’    Tarim anî ziman ku Orhan ji sûcê “êrişa zayendî ya bi wesf” tê darizandin û sûcê ku kiriye ji cezayê hepsê yê 12 salan dest pê dike û ji bo ku bersûc cezayê herî giran biire delîlên ku têrê dikin hene. Tarim da zanîn ku nameya Îpek Er, raporên Saziya Tiba Edlî û îfadeyên şahidan her tiştî datînin holê û ev delîl ji bo cezakirina wî bes in.    BANGA DANIŞÎNÊ    Tarim diyar kir ku danişîna biryarê ya dozê sibê saet li 09.15’an dest pê dike û gazî her kesî kir ku beşdarî danişînê bibin. Tarim her wiha got hema bêje polîs û leşkerên ku li bajarên herêmê ne bi zîhniyeta Mûsa Orhan tevdigerin. ,   MA / Fethî Balaman