Êrişa bombeyî ya li dijî Ozgur Ulkeyê dê were şermezarkirin 2021-12-02 12:25:39 STENBOL - Êrişa bombeyî ya li dijî avahiya Rojnameya Ozgur Ulkeyê ku beriya 27 salan pêk hatibû, wê sibê li Kadirgaya Stenbolê were şermezarkirin.  Rojnameya Ozgur Ulke piştî ku dest bi weşanê kir, 239 rojên din di şeva 2’yê Mijdara 1994’an de hat bombekirin. Beriya 27 salan buroya navendî ya rojnameyê ya li Cagaloglû ya Stenbolê, buroyên li Kadirga û Enqereyê bi hevdemî hatin bombekirin. Di encama bombekirinê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest dabû û 23 xebatkarên rojnameyê birîndar bûbûn.    Rojnameya Yenî Yaşamê bi boneya salvegera bombekirina rojnameyê wê sibê li ber avahiya kevin a rojnameyê ya li Kadirgayê saet 11.00’an de wê bîranînekê li dar bixe. Parlementerên HDP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û rojnamevan wê beşdarî bernameya bîranînê bibin.   Wê piştî daxuyaniya li Kadirgayê were dayîn, dê gora Ersîn Yildiz ê di êrişê de jiyana xwe ji dest da ya li Goristana Yeşilpinar were ziyaretkirin.