Dozger ji rojnamevan Aslan re beraet xwest 2021-12-02 13:19:15   STENBOL - Dozger ê ku di danişîna navberê ya doza nûçegihanê me Mehmet Aslan jê tê darizandin de mutala xwe pêşkeş kir, beraet xwest.    Nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan, bi hêceta “endamtiya rêxistinê” û “rakirina girseyê ya raperînê/nûçeyên provokatîf çêkirinê” di 9’ê Çileyê de li mala xwe ya li Stenbolê hatibû binçavkirin. Aslan ê piştî binçavkirina 4 rojan hatibû girtin, biribûn Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê. Di idianameya pişt re hatibû amadekirin de nûçeyên ku Aslan çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirine weke sûc hatin nîşandan. Dîsa nûçeyên bi rêya telefonê ji çavkaniyan re ragihandibûn weke sûc hatibûn hesibandin. Aslan, di 26’ê Gulanê de di danişîna ewil a li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hatibû dîtin de hatibû berdan.    DAXWAZA BERAETÊ   Dozger ê ku di danişîna navberê de mutala xwe pêşkeş kir, beraet xwest. Dozger, diyar kir ku materyalên dîjîtal, pirtûk, kovar û nûçe nakevin “endamtiya rêxistinê”. Danişîna duyemîn a Aslan jê tê darizandin wê di 16’ê Kanûnê de li 24’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê were dîtin.