Di Doza Kobanê de hincetên siyasetmedaran hat redkirin 2021-12-02 13:26:19   ENQERE - Di Doza Kobanê de ku parêzer û siyasetmedar beşdar nebûnê, dozger got mazeretên siyasetmedaran wek hinceta "ji bo protestokirinê ye" ye û  xwest hincetên siyasetmedaran bên redkirin.    Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên girtin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin.    Parêzer û siyasetmedarên tên darizandin tevlî nebûn, ji ber ku di rûniştina berê de daxwazên wan ên ji nû ve organîzekirina rûniştina dozê li gorî darizandina adilane nehatibû qebûlkirin. Di rûniştina dozê de rêveberên HDP'ê yên Enqereyê û welatî dozê dişopînin.    HINCETÊN SIYASETMEDARAN HAT REDKIRIN    Rûniştina dozê bi xwendina belgeyên ku li ser dosyayê hatine zêdekkirin dest pê kir û hincetên siyasetmedarên ku tevli danişînê nebûn ji aliyê heyeta dadgehê ve hat xwendin. Pişt re dozger xwest hincetên têkildarî tenduristiyê bên qebûlkirin û lê hincetên ji bo guhertina darizandinê bi awayekî giştî hatine peşkirin bi armanca prostestokirina dadgehê de ye û vê daxwazê red kir. Dozger xwest ku ji bo danişîna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hat girtin û rapora wî qediya ye, bên girtin, dozger nêrîna xwe anî ziman ku divê mawetên danişînê yên ji aliyê heyeta dadgehê ve hatine diyarkirin bên şopandin.   Dozger piştî mutalaya xwe eşkere kir, heta saet 14.30’an navber da danişînê.