7 sal û 6 meh ceza li Dayika Aştiyê Ozbek a 72 salî hat birîn 2021-12-02 16:01:51 AMED - Di doza ku bi angaşta "emdamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek (72) hat birîn.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû vekirin de Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek (72) di 29'ê hezîrana 2020'an de hatibû girtin û 5'ê îlonê de hatibû berdan. Piştre bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz li Ozbek hatîbû vekirin. Danişîna Ozbek li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ozbek tevlî danişînê nebû. Parêzera wê Gulşen Ozbek li danişînê amade bû.    Di danişînê de Dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û ji ber tevlîbûna çalakiyên dema çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, civîna danasînê ya namzetên jin ên HDP'ê û şînan xwest ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" Ozbek bê cezakirin û mesrefên darizandin ji aliyê Ozbek ve bên dayîn. Parêzera Ozbek Gulşen Ozbek, li dijî mutalaayê derket û parastina muwekîla xwe kir û xwest ku temenê wî jî li ber çav bê girtin û bê beraetkirin.    Piştî parastina parêzer heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi sucdariya "endamtiya rêxistinê" rêxistinê 5 sal ceza li Ozbek birî. Heyeta dadgehê cezayê ku birîbû nîvî zêdetir kir bi giştî 7 sal û 6 meh ceza li Ozbek birî.