Hasan Kaçar hat berdan 2021-12-02 16:02:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Hasan Kaçar ê ji ber ji Hewlêrê hat dersînorkirin li ber Ofîsa NY’yê ya li Silêmaniyê dest bi şermezarkirina PDK’ê kir, hatibû binçavkirin, hat berdan.    Hasan Kaçar ku demeke dirêj li Tirkiyeyê ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de ma û piştî hatibû berdan li Hewlêra Herêma Kurdistanê bi cih bûbû, di 23’ê Mijdarê de tevî hevjîna xwe û du zarokên xwe ji aliyê hêzên asayişê yên PDK’ê ve bi zorê ji bajêr hat derxistin. Kaçar ê hat dersînorkirin li pêş Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê dest bi çalakiya nobeta kon kir. Li ser vê yekê Asayîşa Silêmaniyê Kaçar binçav kiribû. Kaçar, piştî kirariyên li Asayîşa Silêmaniyê hat berdan.