‘Xwezî zimanê zindanan hebûya û vê zilmê bigotana’ 2021-12-02 16:44:06   AMED - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 17’emîn de berdewam dike û malbatan banga bidawîkirina zilma li ser zarokên xwe kirin.    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê çalakiya xwe Nobeda Edaletê, di roja 17’emîn de berdewam dikin. Şaxa Genel-Îşê ya Jimara 2’yan a Amedê û Hevseroka TUAY-DER’ê Emîn Guzel serdana malbatan kirin.    ‘EDALET JI BO HER KESÎ PÊWÎST E’    Serokê Şaxa Genel-Îşê Hasan Hayrî Eroglû diyar kir ku teraziya edaletê ji bo hemû welatiyan divê eynî be û edalet ji bo her kesî pêwîst e.    XWEZÎ ZIMANÊ ZINDANAN HEBÛYA…    Reşahat Ada ya ku wişka Hamdusena Ada ya li Girtîgeha Amedê girtî ye anî ziman ku wan bi daxwaza edalet, maf û hiqûqê nobedê daye destpêkirin û got: “Xwezî zimanê zindanan hebûya û biaxiviya ku çi zilm li zarokên me hatine kirin. Heta edalet pêk were em ê çalakiya xwe bidomînin û li ber xwe bidin.”    ‘EM Ê VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKIN’    Încî Guler a xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler jî destnîşan kir ku ew ê qet û qet vê zilma li ser girtiyan qebûl nekin.    Fevziye Kolakan a ku lawê wê Ahmet Kolakan ê li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtî ye jî got: “Em ê van neheqî û vê zilmê qebûl nekin. Heta daxwaza me ya edaletê pêk were, em ê ji vir ranebin.”    ZEXT ZÊDE BÛNE    Hevseroka TUAY-DER’ê Emîne Guzel jî anî ziman ku zextên li ser girtiyan zêde bûne û xwest girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane demildest werin berdan.