Boltan ê di Nobeda Edaletê de: Em ji bo her kesî doza edaletê dikin 2021-12-03 09:02:16   AMED - Hakki Boltan ku di Nobeda Edaletê de ye, diyar kir ku tenduristiya kurê wî qet nebaş e û daxwaza wan a ji bo edaletê ji bo her kesî ye.       Girtiyên nexweş ku her diçe rewşa wan xirabtir dibe, nayên berdan, bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Yek ji van girtiyan jî Civan Boltan ê 30 salî ye ku di 24'ê Nîsana 2012'an de li Çewligê di şer de bi birîndarî hatiye zevtkirin. Boltan 9 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'ym de ye. Ji ber îşkenceya di dema binçavkirinê de çavekî Boltan kor bûye. Her wiha milê rastê yê Boltan jî tune ye û perçeya şarapnelê di laşê wî de ye. Bijîşjan rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dane wî, lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) bereksê vê biryar daye. Cezayê muebeda giran û 95 sal ceza li Boltan hatiye birîn.    Malbatan di 16'ê Mijdarê de ji bo girtiyên nexweş bên berdan li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Hakki Boltan, bavê Civan Boltan, ku di Nobeda Edaletê de ye, behsa tenduristiya kurê xwe kir û bang kir ku demildest hemû girtiyên nexweş bên berdan.    Bav Boltan, bilêv kir ku perçeyê şarapnelê di serê kurê wî de ye û jiyana wî di xetereyê de ye. Boltan got: "Ger ew şarapnela di mejiyê wî de tesîrê lê bike û jiyana xwe ji dest bide, berpirsiyar ew in. Bêxwînî bi Civan re heye û ev nexweşîneke pri cidî ye. Li cihên sar rewşa wî xirabtir dibe. Li ku derê dibe bila bibe, divê li wir kalorîfer hebe. Lê cihê lê dimîne Bolû ye. Bolû, cihekî pir sar e. Ji bo hê bêtir êşê bikişîne wî birin wê derê. Cezayê muebeda giran lê hatiye birîn û bi ser de jî bi dehan sal ceza lê birîne."   Bav Boltan, destnîşan kir ku cezayê hatiye birîn bêhiqûqîtî ye.    NE HIQÛQÎ NE JÎ MIROVÎ YE   Boltan, anî ziman ku ji ber vê bêhiqûqîtiyê dest bi Nobeda Edaletê kirine û got: "Di warê înfazê de kêmasî û cihêkarî hene. Ên cezayên wan qediyane bi hinceta 'te hê jî dev ji têkoşînê bernedaye' bernadin. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne hiqûqî ne jî mirovî ye."    Boltan, destnîşan kir ku hyeya bi ser bikevin dê çalakiya wan bidome û got: "Em dixwazin hikûmet van daxwazên me bibihîse. Hem zarokên me hem jî me îşkence dikin. Çend sal in me zarokên xwe nedîne. Ev bêhiqûqîtî ye. Tirkiye berê jî ji ber van bêhiqûqîtiyên xwe hatibû mehkûmkirin. Em jî li vir careke dinh tînin zimên. Em bang li hemû xizmên girtiyan dikin. Bila partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, hemû sazî û dezge bên piştgiriya çalakiyê bikin. Li Tirkiyeyê krîzeke prialî heye û ev daxwaza me ya ji bo edaletê, ji bo her kesî ye. Ger ev neheqiya li zarokên me tê kirin bi dawî bibe, dê krîz jî nemînin."    MA / Eylem Akdag