Qeyûmê Êlihê bi milyonan pereyê gel îsraf kir 2021-12-03 09:02:59   ÊLIH - Qeyûmê Êlihê, ji bo ronahiyên bi daran vekirine 2 milyon û 361 hezar TL xerc kiriye. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, bertek nîşanî vê îsrafê da û destnîşan kir ku ji bo rantê xweza tê texrîbkirin û pereyê gel beredayî tê xerckirin.    Hûlûsî Şahînê ku wekî qeyûm tayinî Şaredariya Êlihê hatiye kirin, di demeke ku krîza aborî pir kûr bûye de, ji bo ronahiyên bi darên li Kolana Amedê vekirine 2 milyon û 361 hezar TL pere xerv kir. Îhaleya ronahiyan di 6'ê Îlonê de hat kirin û tenê şîrketek tevli îhaleyê bû. Qeyûm îhaleya ku maliyeta wê li dor 2 milyon û 578 hezar TL'yî, bi 2 milyon û 361 hezar TL'yî da Şîrketa Reklamê ya Îlk Adim produksiyonê. Peymana îhaleyê di 15'ê Îlonê de di navbera şîrket û şaredariyê de hat îmzekirin û dîroka qedandina bicihkirina ronahiyan jî wekî 13'ê Mijdarê hat diyarkirin. Şîrketê heya dema hatibû diyarkirin ronahî temam kirin.    Tê gotin ku ev ronahî zirarê didin daran.   PEREYÊ GEL BEREDAYÎ TÊ XERCKIRIN   Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, bertek nîşanî vê îsrafa qeyûm dan. Demîr, destnîşan kir ku ji bo rantê xweza tê talankirin û pereyê gel beredayî tê xerckirin. Demîr, bilêv kir ku ronahiyên bi daran ve hatine vekirin zirarê didin daran û got: "Qeyûm di vê pêvajoya krîza aborî de îsrafê dike. Ev projeye ku pêdiviya bajêr pê tune ye, ji bo kê hatiye çêkirin?"   Demîr, destnîşan kir ku ev îhale perçeyeke şêlandinê ye û KDV daxilî nav vê îhaleyê nehatiye kirin. Demîr, diyar kir ku gava KDV daxilî nav bê kirin, îhale dibe 2 milyon û 786 hezar TL.   Demîr, dubare kir ku proje hem ji bo xwezayê hem jî ji bo şaredariyê zirareke mezin e û got: "Jixwe li her du aliyên kolanê ronahî hene. Ronahiyên kargehan jî hene. Tu fêdeya van ronahiyên hatine bicihkirin tune ye. Dar oksîjenê çêdikin, lê rabûn ji bo ronahiyan şaxên wan jêkirin. Bi milyonan pere xerc kirin. Her wiha her meh jî dê fatûreya van ronahiyan bê. Ev proje ji xeynî mesrefê pêvtir ne tu tişt e. Bi vî awayî pereyê gel xerc dikin û gel mexdûr dikin."    MA / Fethî Balaman