DAIŞ’ê li Mexmûrê êriş kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-12-03 09:44:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa DAIŞ’ê ya li ser navçeya Mexmûrê de 7 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.    DAIŞ’ê êrişî navçeya Mexmûr a Mûsilê kir, di encamê de 7 jê pêşmerge 10 kesan jiyana xwe ji dest da. DAIŞ’ê li gundê Nazî Kend yê navçeya Mexmûrê êriş pêkanîn û kemîn avêtin ber pêşmergeyan. Di encama êrişa çeteyan de 7 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ’ê êrişî gundê Xidirce yê bi ser Mexmûrê ve jî kir û di encamê de 3 welatiyên ku tê gotin birayê hevin, jiyana xwe ji dest dan.   Êrişên DAIŞ’ê yên li herêmê di demên dawî de lig elek cihan zêde bû. Di êrişa 27’ê Mijdarê ya li herêma Kuleco ya navçeya Kifrî ya Silêmaniyê de jî 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 3 jî birîndar bûbûn. Di encama êrişa di 29’ê Mijdarê de li navçeya Kifriyê pêk hatibû de jî pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest dabû û 3 jî birîndar bûbûn.