‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’ 2021-12-03 10:49:32   STENBOL - Rojnamevan Huseyîn Denîz diyar kir ku bombekirina rojnameya Ozgur Ulke ya bi fermana serokwezîra wê demê di dîroka Tirkiyeyê de weke lekeyeke reş a mezin ku tu carî ji holê ranabe û her wê bimîne.    Di ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê re 27 sal derbas bûn. Rojnameya Ozgur Ulke ku di 28'ê Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir, piştî rojnameyên Halk Gerçegî, Yenî Halk Gerçegî, Yenî Ulke û Ozgur Gundemê rastî zextên giran hatin. Ozgur Ulke ku êriş li xebatkarên wê hat kirin, rûpelên wê hatin sansûrkirin û gelek doz hatin vekirin, di şeva 3'ê Kanûna 1994'an de hat bombekirin. Di êrişa hemwext a li dijî buroya wê navendî ya li Çagalogluya Stenbolê û Kadirgaya Stenbolê û her wiha li Enqereyê pêk hatin. Di êrişa li Stenbolê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwej i dest da û 23 rojnamevan û xebatkar jî birîndar bûn. Ozgur Ulke ku piştî teqînê weşana xwe negirt, roja din bi sernavê, “Ev agir wê we jî bişewitîne!” derket. Derket holê ku êriş li gorî biryara di civîna Desteya Ewlehiya Millî (MGK) de hatiye girtin, hatiye kirin.   Rojnamevan Huseyîn Denîz ê wê demê di rojnameya Ozgur Ulke de wek nûçegihan dixebitî diyar kir ku zextên li ser çapameniya muxalîf wek berdewamiya polîtîkaya zextan a li ser kurdan e.    ‘HEYAMEK REŞ BÛ’    Huseyîn Denîz salên 1990’î wek salên “tarî” nirxand û dewletê-îqtidara wê demê dixwest nasnameya kurd, hebûna gelê kurd tune bihesibîne û dixwest bi rêbazên leşkerî kurdan bêdeng bike. Denîz da zanîn ku wê demê gotina “kurd hene” raste rast însan bi “xayîntiyê” dihatin sûcdarkirin û behskirina kurdan mîna ku tu pê li agir bikî bû.    ROJNAMEVAN BÛN HEDEF    Denîz destnîşan kir ku wê serdemê bi hezaran bûyerên “kiryar nediyar” dihatin kirin û ji berk u rojnamevanên kurd di wê serdemê de kirinên dewletê teşhîr dikirin, hedef dihatin girtin, dihatin revandin, kuştin û cezakirin. Denîz got herî zêde nivîskar û nûçegihanên Ozgur Gundemê bûn armanca êrişan û Apê Mûsa di nav de gelek nûçegihan û belavkar hatin kuştin.    DENGÊN MUXALÎF DI HEDEFÊ DE BÛNE    Denîz anî ziman ku wê demê rewşek wiha hat afirandin ku wek kabûsê bû û got: “Civakê xistibûn nava tirseke mezin. Kesî nizanibû wê roja din sax bimîne an na. Di atmosferek wiha de rojnamevanî dihat kirin. Hemû çapamenî û dengên muxalîf di hedefe de bûn. Her roj rojnamevan dihatin tehdîtkirin.”    ‘BI FERMANA TANSÛ ÇÎLLER PÊK HAT’    Denîz da zanîn ku hevalê wan Ersîn Yildiz di êrişê de hatibû kuştin û gelek hevalên wan birîndar bûbûn û got: “Tirsek pir mezin hebû. Lê belê hewldana komkujiyê bandorek mezin çêkir û xwedî derketinek mezin ava bû. Piştevaniyek mezin hat kirin. Dotira rojê rojname dîsa derket û navber neda xebata xwe. Sernavê me yê dotira rojê ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ bû. Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş bû ku tu carî wê ji dîroka Tirkiyê neyê jêbirin e. Deqek reş û li eniya Tirkiyê ye. Êriş bi fermana serokwezîra wê demê Tnasû Çîller pêk hatibû. Tu tiştek nehguheriye. Îqtidar tenê guherîne. Hêj kurd û rojnamevanên kurd li vî welatî wek ‘tehdît’ tên dîtin. Lê bi gotina Marx, çapemeniya azad çav û guhê gel e.”