Konseya Ewropayê xwest ku Demîrtaş were berdan 2021-12-03 12:45:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Wezîran a Ewropayê xwest ku Selahattîn Demîrtaş demildest were berdan.   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna 29'ê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de binpêkirina mafan a dewleta Tirk anî rojeva xwe. Di rûniştina 1'ê Kanûnê de di nav wan binpêkirinan de ya ji ber bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) rewşa  li Imraliyê jî hat rojevê.   Komîteya Wezîran a KE'yê xwest ku Selahattîn Demîrtaş demildest were berdan û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk li gorî biryara DMME'yê biryarê bide.   Benan Molu, parêzera Demîrtaş wiha got: Komîteya Wezîran derheqê Selahattîn Demîrtaş biryar stand, plana çalakiyê ya Hikûmetê nirxand, xwest ku Demîrtaş demildest were berdan, Destûra Bingehîn a Tirk zûka li gorî DMMEyê biryaran bi cih bîne."   Molu bi berdewamî wiha got: Komîteyê her wiha xwest ku di biryara Demîrtaş de ji bo serxwebûna Desteya Dozger û Dadgeran (DDD) û darazê bi cih were yasa bêne guhartin, xasma ji bo pirrengî û azadiya derbirxînê ya muxalîfên hilbijartî were xurtkirin, li dijî girtinên kêfî yên bi navê TCK 314'an tevdîr bêne standin."