Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye 2021-12-03 14:45:21   AMED - Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin wê di roja 18’an de berdewam dike   Malbatên girtiyan, bi daxwaza ku girtiyên nexweş, girtiyên înfazê wan hatine şewitandin ên nayên bên berdan û ji bo binpêkirinên mafan bi dawî bibin li Baroya Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 18’an de berdewam dike. Ji roja destpêka nobetê ve gelek partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û welatiyan serdana malbatan kirin.